
Zarokên Peyasê Salvegera Zarok Tv Pîroz kirin
- 11:47 12 Adar 2025
- Çand û Huner
AMED - Zarokên li Mala Zanînê ya Firat 1, Alî Emîrî û yên li Atolyeya Hunerê yên girêdayî Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî tevlî pîrozbahiya salvegera 10’emîn a Zarok Tv’yê bûn.
Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Peyasê bi boneya 10’emîn salvegera Zarok Tv bi Zarokên li Mala Zanînê ya Firat 1, Alî Emîrî û yên li Atolyeya Hunerê beşdarî Lîstika Şanoyê ya ‘Sê Ezezok’ a Ji bo zarokan hate nîşandan bûn.
Di çarçoveya pîrozbahiyê de lîstika şanoyê ya ‘Sê Ezezok’a ji bo zarokan hate pêşandan, zarokan bi dilgermiyek e mezin û eleqeyek e bêhempa nîşanî lîstika şanoyê dan û demek xweş û aram derbas kirin. Bi vî rengî hestên xwe yên pîrozbahiyê jî ji bo Zarok Tv anîn ziman û 10’emîn salvegera Zarok Tv pîroz kirin.