Li gelek bajaran civînên gel: Em ê têkoşînê mezin bikin

  • 16:38 12 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li gelek bajaran bi gel re civîn hat lidarxistin. 
 
Civînên bi gel re ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, berdewam in. Civînên gel ên bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine destpêkirin îro jî berdewam kirin. 
 
Riha
 
Li navçeya Hewagê ya Rihayê bi gel re civîn hat lidarxistin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, Hevşaredarên Hewagê Aygul Kapikayali û Îsmaîl Yildiz tevli civînê bûn. Welatiyên li pêşiya avahiya DEM Partiyê hatin gel hev, heta eywana şaredariyê meş li dar xistin. 
 
Omer Ocalan di hevdîtinê de got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, gavek avêt û ked da. Tevgera Azadiyê jî bi heman awayî gav avêt û ked da. Em xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin û dê heta dawiyê vê têkoşînê mezin bikin. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn bedelên giran da. Em di serdemeke krîtîk de ne.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 
Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Sêweregê jî civîn li dar xistin. Civîn, li eywaneke li navçeyê hat lidarxistin Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endama Koordînasyona Jinan a DEM Partiyê Gulbahar Gunduz, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû, diyar kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li dinyayê deng vedaye û wiha got: “Piştî banga birêz Ocalan, gelek nîqaş hatin destpêkirin. Ji bo banga birêz Ocalan rast bê fêmkirin, em ê 24 saetan bixebitin û tişta dikeve ser milê xwe bicih bînin.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
 
Meletî 
 
Civîna li Meletiyê jî li avahiya DEM Partiyê ya Bajar hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk, endama PM’a DEM Partiyê Fatma Koçyîgît, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Newroz Uysal axivî. Newroz Uysal, diyar kir ku banga 27’ê Sibatê deng vedaye û ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn weke manîfestoyekê ye. 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
 
Amed 
 
Li eywaneke dawetan a li navçeya Bismil a Amedê jî civîn hat lidarxistin. Li eywana civînê pankarta “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” hate daliqandin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di civînê de anî ziman ku ji bo civakîkirina banga Abdullah Ocalan û guhdarîkirina pêşniyarên gel hatine gel hev. Gulşen Ozer, bal kişand ser girîngiya têkoşîna demokratîk û got ku hewceye her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. 
  
Çewlig 
 
Civîna gel a li Çewligê li avahiya DEM Partiyê ya bajar hate lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî tev li bûn. Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Divê dewlet gavan biavêje. Divê demildest reforman bike û zemîneke yasayî ava bike.” 
 
Parlamenter Serhat Eren jî anî ziman ku ew ji bo civakîkirina bangê li 101 navendan bi gel re dicivin. Eren, hûrgiliyên Banga Aştî û Civaka Demokratîk parve kir û got ku ew li nêrîn û pêşniyarên gel guhdarî dikin. 
 
Eskîşehîr 
 
Li avahiya DEM Partiyê ya Eskîşehîrê bi gel re civîn hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk û endama MYK’a HDK’ê Dîlek Gokçîn tev li civînê bûn û têkildarî pêvajoyê agahî dan. 
 
Îzmîr 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê li Navenda Kongreyan a Tepekuleyê civîn li dar xist. Endamê MYK’a DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz, aktîvîsta TJA’yê Denîz Abukan, endamê PM’ê Emîn Orhan, endama MYK’a HDK’ê Ayşe Ozdamar, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Fulya Erdogan jî tev li civînê bûn. Di civînê de pirsên welatiyan ên têkildarî banga dîrokî hatin bersivandin. 
 
Aydin 
 
Li eywaneke dawetan a li navçeya Soke ya Aydinê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk, endama Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Nûray Ozdogan û endamê PM’a DEM Partiyê Aydin Çetînkaya tev li civînê bûn. 
 
Burcu Gul Çubuk, di hevdîtinê de wiha got: “Me gelek astengî bi saya Dayikên Aştiyê derbas kirin. Em serfiraz in ku hevrêyên we ne. Silavên taybet ên birêz Ocalan ji bo jinan hene. Hûn nikarin gelekî ji rêberê wan qut bikin. Em ê îro têkildarî aştiyê biaxivin.”