Derbarê rojnameger Oznur Deger de îdianame hat amadekirin

  • 11:05 12 Adar 2025
  • Hiqûq
 
Dîlan Babat
 
MÊRDÎN - Derbarê Rojnameger Oznûr Deger a ku di 7'ê Sibatê de li Mêrdînê bi lêdanê hat binçavkirin û dû re hat girtin de îdianame hat amadekirin. Parvekirinên medyaya dijîtal, nûçeyên çêkirî û wêneyê birayê wê yê hat qetilkirin di îdianameyê de wek sûc hat bicihkirin. 
 
Derbarê Midûra JINNEWS'ê Oznur Deger a ku di 7'ê Sibatê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtina mala wê de ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin, îdianame hat amadekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve jî hat qebûlkirin. Di îdianameya ku hat amadekirin de derbarê 21 parvekirinên cuda yên Oznur Deger ên di navbera salên 2021-2025'an de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X (twitter) îdianame hatiye amadekirin.
 
Ligel nûçeyên çêkirine û parvekirinên medyaya dijîtal, her wiha wêneyê Abdulselam Deger (Kendal Qoser) ê ku di navbera salên 2015-2016'an de di dema qedexeyên derketina derve yên li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da û heta niha cenazeyê wî nehatiye teslîmkirin û di heman demê de birayê Oznûr Deger e jî hate sûcdarkirin. Oznur Deger jî bi parvekirina nûçeya Musur Aslan ê ku di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da, hat sûcdarkirin. Di heman demê de nûçeyên derbarê hestiyên Bahar Goktekîn a li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest da û piştî 7 salan radestî malbata wê hat kirin jî bû mijara sûc.
 
Bertekên Oznûr Deger ên li hemberî gotinên zayendperest ên polîsan a di merasîma sersaxiyê ya ji bo rojnameger Nazîm Daşdan û Cîhan Bîlgîn ên hatin qetilkirin de li navçeya Mîdyatê hate lidarxistin jî weke hincet hat nîşandan. Serlêdana sûc a Oznur Deger û lêpirsîna ku derbarê wê de hatî vekirin di îdianameyê de cih girt. 
 
Di îdianameya dozgeriyê de; Îdia kir ku nivîsên Oznur Deger "sînorên azadiya ramanê derbas kirine" û wêne û dîmenên ku bi nûçeyê re hatine parvekirin wekî "hewldaneke ji bo meşrûkirina PKK'ê" şîrove kir. Serdozgeriyê diyar kir ku wezîfeyên Oznur Deger di dîrokên cuda de hatine dubarekirin, destnîşan kir ku divê li ser Oznur Deger jî qanûnên "sûcê domdar" bên bicihanîn.
 
Danişîna ewilê ya dozê dê di 22'yê Gulanê de bê dîtin.