‘Tundiya li ser jinan ji siyaseta şer ne serbixwe ye’
- 19:24 8 Adar 2025
- Rojane
ENQERE - Li Enqereyê tevî êrîşa polîsan jinan çalakiya xwe pêk anîn. Jinan peyama têkoşînê dan û gotin: “Tundiya li ser jinan ji siyaseta ser ne serbixwe ye. Bi îlhama em ji şoreşa jinan a Rojava digirin em di 8’ê Adarê de li qadan e.”
Jinan bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqereyê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Kolana Yukselê hatin gel hev û xwestin bimeşin Parka Guven. Polîsan derbasbûna Pira Mîthatpaşa girtin û êrîşê jinan kirin. Endama Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Neylan Solman di êrîşa polîsan de ji serê xwe darbe girt û ji ser hişê xwe çû. Jinan bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘jin bi hev re xurtin’, ‘jinên hatine qetilkirin serhildana me ne’ bertek nîşanê polîsan da û li dijî tundiya polîsan berxwe dan.Jinan li ber Pira Mîthatpaşa daxuyanî dan. Metna daxuyaniyê bi Tirkî û Kurdî hat xwendin. Ya Kurd berdevka Jinan a DEM Partiyê Nebahat Çalpan xwend û ya Tirkî jî endama Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî Zelal Angay xwend.
‘Em ê li dijî polîtîkayan berxwe bidin’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îradeya jinan tê xespkirin û rêgeza hevkariyê hedef tê girtin û wiha hate gotin: “Em ê vîna xwe ya li dijî qeyûman bi awayekî herî xurt nîşan bidin, li dijî êrîşên li ser hevserokatiyê em bi hev re ne. Em li dora prensîba temsîliyeta wekhev dibin yek. Em ê li dijî hemû polîtîkayên mêtînger ên hikûmeta AKP’ê li ber xwe bidin. Ji hemû girtiyên li girtîgehan re; Em ji qada 8'ê Adarê careke din soz didin hemû jinên ku li kolan, li mal, li kar, li dibistanê li dijî tacîz, destavêtin û tundiya mêr têdikoşin: Em bêdeng namînin, natirsin, guh nadin.”
‘Em ê pêşengiya avakirina aştiyeke bi rumet bikin’
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku êrîşên desthilatdariyê yên l ihember mafê jinan ji siyaeta şer ne serbixwe ye û wiha hat bidawîkirin: “Em ê li dijî şerên hikûmetên serdest ên mêr pêşengiya avakirina aştiyeke bi rûmet û mayînde bikin. Silav ji bo pêşengên aştiyê, dayikên aştiyê û Dayikên Şemiyê yên ku berxwedana xwe didomînin. Silav ji Şoreşa Jinên Rojava re! Bi îlhama ku me ji Şoreşa Jinê ya Rojava girt, em her kesî vedixwînin 8'ê Adarê.”