
Li Şengalê coşa 8’ê Adarê
- 15:18 8 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurdên Êzidî û Ereb ên Şengalê ji bo pîrozkirina Roja Jinên Cîhanê li hev kombûn, bi cil û bergên xwe yên rengîn wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, bi dirûşm û tilîliyan ketin cihê pîrozbahiyê.
Îro 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye, çawa li her dera Kurdistanê bi coş û xiroş tê pîrozkirin, tevî barîna baranê jî, li Şengalê bi coş tê pîrozkirin.
Jinên Kurdên Êzidî û Ereb bi pêşengiya TAJÊ û YJCŞ’ê, bi tevlîbûneke girseyî 8’ê Adarê li Sinûnê pîroz dikin.
Jinên ku li ber hola Sinûnê hatin bahev, bi cilên xwe yên rengîn ên gelerî û rakirina posterên Abdullah Ocalan û alên TAJÊ, bi meş, dirûşm û tilîliyan ketin hola şahiyê. Zarok û jin gelek wêneyên Abdullah Ocalan yên nû hatine kişandin jî rakirin û peyamên Abdullah Ocalan mohra xwe li tevlîbûn û coşa jinan xist.
Li hola Sinûnê jî gotinên Abdullah Ocalan ên ji bo jin û civaka Êzidî yên wekî, ‘Bi rihê jin, jiyan azadî ber bi civaka demokratîk ve’, ‘Ev bang ji bo Êzidiyan ronesanseke’ û hwd hatin daliqandin.
Şahî bi deqîqeyek rêzgirtin ji hemû şehîdên jin ên têkoşîna azadiyê re destpêkir û paşê jî peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan ku ji Îmraliyê şandiye, ji aliyê Endama Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî ve hate xwendin. Xwendina peyamên Rêber Apo ji aliyê jinan ve bi coş hate pêşwazîkirin.
Hêjayî bibîrxistinêye, bi rojaye TAJÊ, YJCŞ’ê û Navenda Stiya Nexşa amadekariyê ji bo 8’ê Adarê dikirin, bi dehan çalakiyên cûrbecûr û perwerde hatin dayîn.