Peyama 8'ê Adarê ya girtiyan: Em hebûn, hene, em ê hebin

  • 15:05 8 Adar 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên girtî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîlîvrî û Bakirkoyê ji "Hevdîtina Jinan a Mezin" re name şandin, peyama ku ew ê berxwedana xwe mezin bikin dan û gotin, "Em hebûn, hene, em ê hebin."
 
Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst Tanya Kara, ji bo jinên dîl ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û Girtîgeha Sîlîvriyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya HDK'ê ya Stenbolê de hatin girtin, ji bo "Hevdîtina Jinan a Mezin" a ji aliyê Platforma Jinan a 8'ê Adarê ve hat lidarxistin nameyek şand.
 
Di nameya Girtîgeha Bakirkoyê de ev tişt hatin gotin:
 
"Bîbika çavê têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê, roja me ya ku rêya me ronî dike: 8'ê Adarê. Yên ku îro li gelek welatên cîhanê têdikoşin bi zimanên cuda, lê bi heman daxwazan û bi heman awazan sloganên xwe diqîrin: Wekhevî, Azadî, Aştî! Silav li jinên ku di dîrokê de ji bo me hemûyan bûne rêheval û 8’ê Adarê afirandin û anîne roja îro. Îro jinên ku keda xwe li dijî bêewlehiyê di kargehan de diparêzin, li hember talan û wêrankirina çem, rûbar û qadên xwe yên jiyanê li ber xwe didin, li dijî kuştin û tundiyê bêhna xwe didin, ji hovîtî û şer re dibêjin ‘na’, em bi we re bi hêz in. Îro we bi sedan qad û kuçeyên Kadikoyê tije kirine,  em ji zindanê bang li we dikin. Em nafikirin ku ev tesaduf e. Em îsal bi zanebûn hatin astengkirin ku em ne li kêleka hev bin. Ji bo ku dengê me li dijî jinkujî, şîdet, îstîsmara kedê û şer xurt nebe, jin hatin hedefgirtin. Ev ne vala hatine nivîsandin.
 
Berxwedan, hêvî, coş, israr û hewldana jinê ya ji bo avakirina pêşerojeke wekhev û azad tê zanîn û dixwazin pêşî li wan bê girtin. Em haydar in. Em ji vê ferasetê aciz in. Belê jinên delal, bi xwe bawer bin ku hêrsa me vediguhere têkoşînê û hêrsa me vediguhere hevgirtinê. Em li vir bi hev re ne. Em bi hêz in. Helbet em li vir jî bernameya xwe ya 8’ê Adarê amade dikin. Em coşa we parve dikin. Em îro hemû jinên ku qadan tije dikin yek bi yek hembêz dikin. Bijî Hevgirtina Jinan.”
 
Navê jinên ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê name şandin wiha ne:"Ece Yildiz Karabacak, Ozlem Feza Sezer Bayram, Aynur Cengiz, Ayşe Bengi Çelik, Dilek Pos, Kardelen Taş, Melek Kizilca Ok, Şengul Erdogan, Ayşe Panuş, Îlknur Menengeç, Elif Akgul, Zeyfu Fakir, Alya Akkuş, Esengul Demir, Pinar Aydinlar, Saime Oguzhan, Sema Barbaros, Semiha Şahin, Berfin Azdal."
 
'Em hebûn, hene, em ê hebin'
 
Nameya Tanya Kara ya ji Girtîgeha Sîlîvriyê şandiye wiha ye:
 
“Jinên hêja, ji girtîgeha Sîlîvriyê silavên germ ji we hemûyan re. Em weke jinên ku li zindan, kolan, qadan û zanîngehan li dijî desthilatdariya mêr li ber xwe didin, têdikoşin û serhildanê bilind dikin, gelekî berxwedêr in. Em jin di navenda hemû êrîşên rejîma faşîst de ne. Em bersivê didin her êrîşan li dijî mafên me, can, bedena me, azadiya me. Ji ber ku di her beşên dîrokê de jinan rê bi têkoşîn û berxwedanên mezin vekiriye. Serhildan û îradeya têkoşînê ya bi gotina yek ji pêşengên têkoşîna me ya azadiya jinê Rosa Luxemburg a 'Em hebûn, em hene, em ê hebin!' em anîn cem hev.
 
Bijî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê. Bijî Têkoşîna me ya Azadiya Jinê. Jin jiyan azadî."