Jinên ÎHD'yî ji bo girtiyên nexweş li qadê bûn
- 14:09 8 Adar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Jinên ÎHD'yî xwestin jinên girtiyên nexweş ên li Îzmîrê bibin xwedî mafê dermankirinê û girtiyên ku li girtîgehê dermankirina wan ne pêkan e bên berdan. Jinan destnîşan kirin ku binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê li dijî jinan bi dawî bibin wê bi çareseriya pirsgirêka Kurd re jî çareser bibe.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya 'Ji Girtiyên Nexweş re Azadî' ku ji 2 hefteyan carekê li dar dixe, vê hefteyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li dar xist. Di daxuyaniya li ber Banka Konak Eskî Sûmerê de pankartên "Jin aştiyê dixwazin" û "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemînin, nebin alîgirê sûc" hatin hilgirtin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Îzmîrê (DEM Partî) Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek jin û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi kurdî ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş, ya tirkî jî ji aliyê Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Vetha Aydin ve hat xwendin.
'Tundiya li ser jinê zêde bûye'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jin di hemû qadên jiyanê de bi tundiyê rû bi rû dimînin û Tirkiye di sala 2021’ê de îmzeya xwe ji Peymana Stenbolê ya ku peymana navneteweyî ya şîdeta li ser jinê ye paşve kişandiye û hat diyarkirin ku piştî îmzekirina peymanê tundî û qetlîamên li ser jinan zêde bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Polîtîkaya şîdet û nefretê ya ji aliyê dewletê ve li her qadê tê meşandin, bi awayekî bêberpirsiyarî di zimanê dewletê de cih girt û mixabin ev zimanê dewletê bi hilberandina şîdetê li civakê belav bû. Di sala 2024'an de 394 kuştinên jinan pêk hatin, 259 mirina jinan weke 'gumanbar' hatin qeydkirin."
'Divê înfazên girtiyên nexweş bên rawestandin'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtiyên nexweş di şert û mercên li dijî rûmeta mirovahiyê de tên ragirtin û gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û hat bibîrxistin ku piraniya van mirinan dikarin bên astengkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafê girtiyan e ku li gorî peyman û qanûnên navneteweyî tedbîrên pêwîst werbigirin û wiha hat gotin: "Civaka ku bêyî teşhîs û dermankirinê rastî îşkenceyê bê, di girtîgehê de bimirin, an jî piştî ku li ber mirinê di demeke kin de bimirin, dê baweriya xwe ya bi edaletê jî winda bike. Divê ji bo girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê demildest û mayînde tedawî bê kirin, girtiyên nexweş ên di şert û mercên girtîgehê de nikarin bên dermankirin demildest bên berdan."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" bi dawî bû.