
Li Îdirê şahî: Banga Abdullah Ocalan hêvî ye!
- 14:07 8 Adar 2025
- Rojane
ÎDIR - Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di şahiya 8'ê Adarê ya li Îdirê de axivî û diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn hêvî ye.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Îdirê meşek li dar xist û piştre şahî li dar xist. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî şahiya ku bi dirûşma "Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin" hat lidarxistin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
'Em ê her roj bikin roja jinan'
Hevseroka Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Îdirê Fatma Kaya jî di bernameyê de axivî û got, "Bi salan e em hewl didin di bin zexta zîhniyeta serdest a mêr de bijîn. Em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku em ji nû ve kirine pêşengên civakê, bi hezkirin silav dikin. Pêşkêşkirina perspektîfa ku Rojhillata Navîn ronî kiriye ji me re bûye hêvî."
ÎDIR - Îdir'da 8 Mart şöleninde konuşan DEM Parti Milletvekili Gülcan Kaçmaz Sayyiğit, Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan'ın çağrısının Türkiye, Kürdistan ve Orta Doğu için umut olduğunu vurguladı.
'Avakirina aştî û civaka demokratîk bi têkoşîna jinê pêkan e'
Piştre Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Kezban Karasû axivî û roja hemû xebatkarên çapemeniyê yên jin pîroz kir. Kezban Karasû got, "Çanda dilsozî û îtaetê bi salan bi polîtîkayên tundiyê li ser jinan tê ferzkirin. Di dema şer de em jin bûn mexdûrên zîhniyeta mêr a desthilatdaran. Avakirina aştî û civaka demokratîk ancax bi jin û têkoşîna jinê pêkan e. Em vê berpirsyariyê dizanin."
'Em ala felsefeya Jin jiyan azadî li her derê bilind dikin'
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayigît silavên taybet ên Pervîn Buldan a di Heyeta Îmraliyê de ji jinên Îdirî re şandin ragihand û got, “Bila felsefeya me ya jin jiyan azadî her tim ji bo me hemûyan bibe hêviyek. Weke xwediyên felsefeya Jiyan Azadî em ala vê felsefeyê li her derê bilind dikin û em ê têkoşînê bidomînin. Em ê li her derê bi paradîgmaya azadiya jinê têkoşîna xwe bidomînin."
'Em ê li dijî zîhniyeta mêr aşitiyê ava bikin'
Gulcan Kaçmaz Sayigît, careke din bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û got, "Birêz Abdullah Ocalan tevî şert û mercên giran jî banga aştiyê kir. Hem ji bo Tirkiyeyê, hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn hêviya xwe didomîne. Em jin bi vê wesîleyê soz didin ku em ê ji bo aştiyê gav bi gav li ber xwe bidin Em ê tu carî alên hevrêyên xwe daneynin, em ê wan hîn bilindtir bikin."
Şahî bi stranên Koma Sorjiyan, dîlana govendê û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.