Daxuyaniya KESK'ê ya 8'ê Adarê
- 14:01 8 Adar 2025
- Rojane
WAN- Platforma Şaxên KESK'ê ya Wanê di daxuyaniya xwe ya 8'ê Adarê de pirsa, "Çi hat serê Rojîn Kabaiş?" pirsî.
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxa Wanê bi wesîleya 8'ê Adarê li Wanê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de gelek kes, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên bajar û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA) û KESK'ê amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em têkoşîna ked û azadiyê ya li dijî mêtîngeriya kapîtalîst a di nava sînorên serdestiya mêr de mezin dikin" hat vekirin û dowîzên "Jin jiyan azadî", "Çi hat serê Rojîn Kabaiş" hatin vekirin.
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Şaxa Wanê Fîgen Çolakoglu daxuyanî xwend.
'Muxalefeta civakî bi tevahî hate hedefgirtin'
Fîgen Çolakoglu diyar kir ku "Tirkiyeya Nû" ya hikûmetê gel ji mafên bingehîn ên weke jiyan û starbûnê bêpar hiştine, mafê dengdayîn û hilbijartinê desteser kiriye û got, "Em li welatekî dijîn ku daxwaza jiyana wekhev û azad sûc tê dîtin. Muxalefeta civakî bi tevahî bûye hedef. Sendîkayên kedê, siyasetmedarên hilbijartî, xebatkarên çapemeniya azad û hunermend di girtîgehê de ne. Hevşaredarên hilbijartî yek li pey hev ji wezîfeyê tên dûrxistin. Qeyûm tên tayinkirin. Li hemberî vê yekê dengê xwe bilindkirin weke sûc tê dîtin."
'Em ê bûyera Rojînê bişopînin'
Fîgen Çolakoglu, diyar kir ku li gelemperiya cîhanê ji her 3 jinan 1 şîdeta fizîkî û zayendî dibînin, lê li Tirkiyeyê ji Cotmeha 2024'an û vir ve asta kuştina jinan em bi fikar dişopînin. Em dixwazin dîsa li vir hişyariya wendabûna nepenî ya Rojîn Kabaiş bidin. Em ê bûyera Rojînê bişopînin û nehêlin bê jibîrkirin.
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.