Li Rojava pîrozbahiyên 8’ê Adarê dest pê kirin

  • 12:31 8 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Heleb, Hesekê, Qamişlo, Reqa û Kobanê pîrozbahiyên 8’ê Adarê bi dirûşma  "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyaya demokratîk ve" dest pê kirin.
 
Bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Sûriyeya demokratîk ve" li Heleb û 4 bajarên Bakur û navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiya 8’ê Adarê dest pê kirin.
 
Ji saetên sibehê ve girseya gel berê xwe dan 5 qadên pîrozbahiyê. Jinan bi cil û bergên herêmî û hildana semol û wêneyên şehîdan û berzkirina dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" reng dane pîrozbahiyê.
 
Pîrozbahî li Qada Newroz a taxa Hîmo ya bajarê Qamişlo, Stadyuma Beldî ya li bajarê Hesekê, Stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê, Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê û Qada Newroz a herêma Şiqêf a Helebê dest pê kirin.
 
Di pîrozbahiyan de dê axaftin werin kirin û bernameyeke hunerî û çandî jî hebe.