Jin ber bi azadiyê ve dimeşin!
- 12:15 8 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 8’ê Adarê de jin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di mîtîng û meşan de tên cem hev.
TJA'yê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Amed, Nisêbîn, Edene û Stenbolê bi beşdariya bi hezaran jinan bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan serî hildin, ber bi azadiyê ve dimeşin" mîtîng û meşê pêk tîne.