
Her roj herî kêm du jin tên qetilkirin: Çareserî azadiya civakî ye
- 09:04 8 Adar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku li Tirkiyeyê her roj du jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û ev encama polîtîkaya dewletê ye û gotin divê dewlet gavên ku hemû aliyên civakî dihewîne bavêje.
Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştinê Jinan Rawestînin di 2024’an de herî kêm 394 jin hatine qetilkirin û 259 jin jî bi awayekî jiyana xwe ji dest dane hatine dîtin. Li gorî daneyên platformê di meha çile ya 2025’an de 41 jin ya sibatê de jî 36 jin hatine qetilkirin. Li dijî qetilkirinên jinan tu gavên pêşî lê bê girtin nayên avêtin û kujer bi polîtîka bêcezahiştinê tên xelatkirin.
‘Ewlehiya jinan tune lê sala malbatê îlan dikin’
Xwendekar Balim Arikan got her roj du jin tên qetilkirn û di vê rewşê de îlankirina sala malbatê ne watedar e û got: “Em li kolanan bi fikar in. Lê hinek dibêjin bizewicin, zarokan çêbikin. Dibêjin sala malbatê. Evqas jin dimire, krîza aborî heye, avakirina malbatê pêkan e gelo? Dibêjin sê zarokan çêbikin? Wê kî çêbike sê zarokan? Divê pisgirêk bên çarserkirin. Ji ber civaka serdest a mêr qetilkirinên jinan zêde dibin. Daxwaza azadiya jinan mêran ditirsîne. Van daxwazan hezm nakin. Rehetiya mêran xera dike.”
‘Azadiya jinê wê civakê azad bike’
Balim Arikan wiha dawî lê anî: “Azadiya jinan wê rehetiya mêran jî bîne. Ji ber destkeftiya aborî, wê newekheviyê jî bidawî bike. Daxwaza azadiyê ya jinan ne tenê ji bo jiyana xwe ye, ji bo hemû civakê ye û ji bo civakê hêviyek mezin e. Azadiya jinê wê civakê jî azad bike.”
‘Perwerdehî û îstîhdam şert e’
Venus Çam jî destnîşan kir ku hêz û serxwebûna jinê raste rast bi azadiya wan a aborî ve girêdayî ye û wiha anî ziman: “Di rewşa jin xwedî hişmend bin wê bi awayekî xurt li dijî newekheviya zayenda civakî bisekinin. Divê ev hişmendî bê avakirin. Divê jin perwedehiyê bigirin û jiyanek serbixwe bimeşînin. Ji bo azadiyê îstîhdam û perwerde şert e. Divê jin xwe bide xuyakirin, xwe perwerde bike û ji bo mafên xwe têbikoşe. Divê em bi hev re piştevaniyê xurt bikin. Divê civak biguhere. Em bi vê bawer in. Ji bo vê jî divê jin têkoşîna azadiyê li her derê bimeşînin.”
‘Xwe tenê hîs nekin, netirsin’
Şebdem Aydin jî balkişand ser qetiklirinên jinan û got ev pirsgirêk tenê bi polîtîkayan çareser nabe û divê guherîn ji malê destpê bike. Şebnem Aydin bi lêv kir ku dema zarok tên mezinkirin divê wekheviya jin û mêr bê fêrkirin û wiha dirêjî dayê: “Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê sûc zêde dibin. Divê di dosyayên qetilkirinên jinan de cezayên bi bandor bên dayîn. Ji ber vê divê jin xwe tenê hîs nekin û netirsin. Em dikarin piştgiriyê bidin hev. Em dikarin bi hev re jiyana hev biguherin.”
‘Rakirina Peymana Stenbolê şaşiyek mezin e’
Karkera malê Leyla Gur jî ev nirxandin kir: “Qetilkirina jinan her diçe zêde dibe û ceza jî qels in. Divê dengê jinan bê bihîstin. Divê jin ji bo mafên xwe têkoşînê bidin meşandin. Rakirina Peymana Stenbolê şaşiyek mezin e. Divê cezayên giran ji bo kujerên jinan bên dayîn. Ji bo tundî û qetilkirinên jinan bidawî be divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”