
Nejla Demîr: Dema îrade bê xespkirin bi berxwedanê dikare dengê bê bihistin
- 09:05 1 Adar 2025
- Rojane
QERS- Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr der barê tayînkirina qeyûman de axivî û got: “Wekê dixwestin nikaribûn civakê biçewisînin. Ji ber vê jî gel li dijî van îtîrazên xwe dikin û li dijî xespkirina îradeyê bi berxwedanê dengê xwe didin bihistin.”
Ev sê deme desthilatdarî qeyûman tayînê şaredariyan dike. Herî dawî di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û hem apiştî wê jî 20’ê Sibatê 6 sal û 3 meh ceza li hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hat birîn û pitşre qeyûm hat tayîn kirin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Agiriyê Nejla Demîr der barê qeyûman de axivî.
‘Di dîrokê de jî mînakê qeyûman hene’
Nejla Demîr bi lêv kir ku polîtîkayên qeyûm yên li erdnîgariya Kurd tên meşandin hewldana xespkirina îradeya gel e û got: “Di heman demê de hewldanek xayîn e. Sê dem e qeyûman tayînê îradeya gel dikin. Lê di dîrokê de gelek mînakên vê hene.”
‘Ewil êrîşê destkeftiyên jinan kirin’
Nejla Demîr got li welat dema Suleyman Soylu hatiye jiyîn û got: “Suleyman Soylu li hember Kurdan hewldan û planên xespkirinê meşand. Îfadeyek wî ya der barê vê de hebû. Dema Erdogan got ‘qeyûman bikin dewrê’ wî bi kêf ev pêşwazî kir. Di dema wî de qeyûmên ewil hatin tayînkirin. Çawa hatin jî ewil êrîşê destkeftiyên jinan kirin. Ev sê deme yekane tişta ku qeyûman neguhertiye êrîşên li hember destkeftiyên jinane. Lê her ku jin ciwan dibin xwedî hişmendî kursiya desthilatdariyê dikeve xetereyê.”
‘Nikaribûn civakê biçewisînin’
Nejla Demîr daxuyakirin ku gelê Kurd ne Kurdên berê ne û got ev gotin nîşaneya heqîqeta ku tê jiyînê ye. Nejla Demîr wiha dawî lê anî: “Bi polîtîkayên dewletê rûhev hatin belkî ji bo demekê zext li ser gel çêkir û hinekî paşve vekişiyan. Lê dem hat û gel ji ber ruhê têkoşînê yê berê tenê demekê karîbû vê yekê qebûl bike û piştre gel nerazîbûnên xwe xurtir kir. Gel li cihekî şiyar bû û pê hesiya ku hikûmet bi temamî bi ling, perçiqandin û tepisandina gel hewl dide hebûna xwe bike. Ev şiyarbûna gel pir girîng e. Ev şiyarbûn bi jinan û têkoşîna wan a azadiyê pêk hat. Bi vê yekê di têkoşîna azadiyê de ti kesî dengê xwe qut nekir. Weke ku dixwestin nekarîn civakê bitepisînin. Ji ber vê yekê gel di vê nuqteyê de di îtîrazên xwe de israr dike û li cihê ku vîna wan hatiye desteserkirin dikare bi berxwedana xwe dengê xwe bide bihîstin.”