Dayikên Şemiyê: Bila banga 'Aştî û Demokrasiyê' bibe destpêk
- 13:30 1 Adar 2025
- Rojane
STENBOL -Dayikên Şemiyê ku di hefteya 1040'emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 31 sal e aqûbeta wî nediyar pirsîn, diyar kirin ku ew dixwazin banga "Aştî û Demokratîk" bibe destpêka rêya aştiyê.
Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin an jî di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev û daxwaza darizandina kiryaran dikin, di hefteya 1040'emîn de jî li qada lêgerîna edaletê bûn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan piştgirî danê de beşdaran qad bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan dagirtin. Gelek parêzvanên mafên mirovan, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Cengîz Çîçek beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Oya Ersoy ve hat xwendin.
Bila banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' bibe destpêk
Oya Ersoy da zanîn ku hemû pirsgirêkên bi darê zorê, bi taybetî jî windakirinên bi darê zorê ji ber girtina rêyên hiqûqî yên demokratîk pêk tên, di şert û mercên aştiyê de ku qada siyaseta demokratîk berfireh dibe ev pirsgirêk dikarin bên çareserkirin û got, "Em hêvîdar in ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' ku ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve bi raya giştî re hat parvekirin. Em di hefteya 1040'emîn de bang li dewletê dikin ku ji bo dîtina hezkiriyên me yên ku di encama polîtîkaya ku kesên ne wek wan bûne wekî dijmin dîtin û sûcên ku hatine kirin bên cezakirin, berpirsyariyên xwe bi cih bîne."
Oya Ersoy piştre jî axaftina xwe bi çîroak Cuneyt Aydinlar ê ku dema li Zanîngeha Stenolê dixwend di 20'ê Sibata 1994'an de li Bakirkoyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û birin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê ku careke din agahî jê nehat girtin berdewam kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:, "Em di hefteya xwe ya 1040’emîn de careke din bang li rayedarên edlî dikin: Wezîfeya lêkolînkirina aqûbeta Cuneyt Aydinlar, tespîtkirina cihê wî û dayîna cenazeyê wî ji malbatê re bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibin jî; em ê ji bo Cuneyt Aydinlar û ji bo hemû windahiyên xwe daxwaza xwe ya edaletê bidomînin û bi bîr xin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
'Ev windahiyek binçavkirina di qeydên dewletê de ye'
Di dawiyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û got, "Cüneyt Aydinlar windakirina qeydkirî ya vê dewletê ye û bi îşkenceyê hatiye qetilkirin."
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.