
'Rizgariya Rêbertî erka me ye'
- 09:04 1 Adar 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezaran gel li hev civiyan û li peyama dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan guhdar kirin. Jinên li peyamê guhdar kirin azadiya Abdullah Ocalan xwestin û gotin:"Em ê li pey raman û perspekitivên Rêbertî têkoşîna xwe bidomînin, heta ku em Rêberê xwe rizgar dikin."
Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) roja pêncşemê li Girtîgeha Îmraliyê cara 3'yem bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol beşdarî civîna 3'yem bûn. Girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî beşdarî hevdîtinê bûn. Piştî hevdîtinê heyetê li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist û banga Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” eşkere kir. Di civînê de wêneyê Abdullah Ocalan, Heyeta Îmraliyê û 3 girtiyan jî hat parvekirin.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê jî bi hezaran kes kom bûn û li peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan guhdar kirin. Jinên li peyama Abdullah Ocalan guhdar kirin wiha gotin:"Em ê li gor perspektifên Rêberê xwe tev bigerin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em hezar silavên xwe ji Rêberê xwe re bi rê dikin."
'Rizgariya Rêbertî erka me ye'
Henîfe Mihemed axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha got:"Ev bû 26 sal in ku em li benda dîtina Rêbertî ne lê divê Rêberê me bê rizgar kirin. Rizgariya Rêbertî erka herî sereke ye ku dikeve li ser milê me. Em ê li gor nirxandinên Rêbertî xebata xwe bidin berdewamkirin."
'Ev roja serkeftinê ye'
Zîlan Elî got:"Em roja dîtina Rêbertî ya li ser ekranê pîroz dikin. Îro azadiya Rêbertî wê bibe azadiya tevahî gelan. Ev roj ji bo me roja serkeftinê ye."
'Em ji bo Rêberê xwe ranawestin'
Hêvîn Silêman jî nêrîna xwe anî ziman û wiha got:"Bi coşek mezin em li benda daxuyaniya dîrokî ya Rêberê xwe bûn. Em ê bi vê coşê Rêberê xwe rizgar bikin. Em di oxira têkoşîna azadiya Rêbertî de nawestin."
'Em silavên xwe ji Rêbertî re bi rê dikin'
Muna Kibik da zanîn peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo wan dîrokî bû û got:"Em di nava heyecanek pir mezin de ne. 26 salan em li benda vê rojê bûn ku em peyamên Rêberê xwe bibînin. Emê ji bo Rêberê xwe çi ji me bê xwestin em ê pêk bînin. Em ê li gor perspektifên Rêberê xwe tev bigerin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em hezar silavên xwe ji Rêberê xwe re bi rê dikin."
'Em ê her li ser piya bin'
Herî dawî jî wiha Nisrîn Mihemed got:"Bi coş û moralek mezin me li daxuyaniya Rêberê xwe guhdar kir. Em li benda vê rojê bûn. Ev roj ji bo me mîladek nû ya dîrokî ye. Em ê her li ser piya bin heya ku em Rêberê xwe azad di nava xwe de dibînin."