
Ber bi 8’ê Adarê: Berxwedana sedsalê (1)
- 09:03 1 Adar 2025
- Dosya
Dîroka berxwedan û hêviyê
NAVENDA NÛÇEYAN- 8’ê Adarê roja me ya îro de sembola berxwedana wekhevî, azadî û têkoşîna jinê ye. Li cîhan, Tirkiye û Kurdistanê berxwedana jinan a li dijî zîhniyeta serdest didme.
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo gelek kesî wek rojeke pîrozkirinê tê bibîrtinin lê di esasê de roja sembola berxwedana jinan a ji bo wekhevî û mafan e. Her 8’ê Adarê wateyek nû li xwe bar dike û li seranserê cîhanê deng dide.
Di vê beşa ewil a dosya xwe de em têkoşîn û rihê berxwedana dîrokî ya 8’ê Adarê digirin dest.
Destpêka pêvajoya dîrokî
Di 8’ê Adara 1957’an de li New Yorkê li fabrîkayekê 40 hezar karker dixebitin û bi daxwaza xebata 16 saetî dakeve 10 saetan, dest bi grevê kirin. Grev ji aliyê karkerên jin ve hat rêxistinkirin û polîsên xwestin pêşî li çalakiyê bigirin, bi piştgiriya patronan bi hezaran karker di fabrîkayê de hain girtin û di wê navberê de ji ber şewata derket 148 karker şewitîn û mirin. Ji van 129 heb karkerên jin bûn û 48 jî endamên sendîkayê bûn. Çapemeniya DYA’yê hema hema qet cih neda bûyerê û nêzî 100 hezar kesî tevlî merasîma cenazeyên karkeran bû.
8’ê Adarê bi yek dengî hat qebûlkirin
Di 26-27’ê Tebaxa 1910’an de li Kopenhagê duyemîn konferansa jinan a navneteweyî pêk hat û ji 17 welatî 100 delegeyên jin tevlî bûn. Daxwazên girîng ên jinan hatin ziman. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi pêşniyar bi yek dengî hat qebûlkirin.
NY’ê di 1977’an de 8’ê Adarê nas kir
Di 3’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya di 1921’ê de li Moskovê pêk hat de biryar hat girtin ku 8’ê Adarê weke roja jinan bê pîrozkirin. Di navbera salên yekemîn û duyemîn şerê cîhanê de bîranînên 8’ê Adarê hat qedexekirin. Di dawiya salên 60’î de 8'ê Adarê li DYA’yê hat pîrozkirin û bi awayekî xurt hat rojevê. NY’ê 66 sal şûnde 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê qebûl kir. Di 16’ê Kanûna 1977’an de 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê qebûl kir.
Guherîn û destkeftî
Îro gelek welatî jinan bi têkoşîn û berxwedanê gelek mafên wek yên perwerde, hilbijartin, wekhevî û aboriyê bi destxistine û di nûneriyên civakî de cih digirin. Tevgera jinan li seransreê cîhanê bi destkefiyên qanûnî sînor nema. Tevgera femînîst di 1960 û 70’ê de têkoşîna ku jin li ser beden û nasnameya xwe bibin xwedî gotin derxistin pêş.Bi salên 1990’î re pêla sêyemîn a femînîzmê têkoşîna jinan hîn berfireh kir.
Jin ji bo heman mafan têdikoşin
Îro li sernaserê cîhanê jin ji bo hemû mafan têdikoşin. Li Afganîstanê mafê jinan yê perwerdê tê xespkirin û li Îranê li dijî serî girtinê li ber xwe didin. Li Latîn Amerîkayê tevgera ‘Nî Una Menos’ xurt dibe û li dijî mûçeyê newekhev û newekheviya zayendî dengê xwe bilind dikin.
Li Tirkiyeyê têkoşîna jinan
Li Tirkiyeyê têkoşîna jinan heta dema osmaniyan diçe û di demên dawî ya Osmaniyan de jinan ji bo mafên xwe dengê xwe bilind kirin.
Bi îlankirina komarê jinan di hilbijartinên şaredariyê ya sala 1930’î de di hilbijartinên giştî yên 1934’an de mafê hilbijartinê bidestxistin û di tevgerên karker û siyasî yên 1970 û 80’ê de cih girtin.
Ji bo mafan têkoşîn dan
Di 1987’an de Meşa Jinan a li dijî Tundiyê, yek ji qonaxa girîng a tevgera jinan a li Tirkiyeyê bû. Di 1990’î de rêxistinên jinan ji bo stargeh, destkeftiyên şênber têkoşîn dan.
Salên 2000’î û mafê jinan
Salên 2000’î de di mijara mafê jinan de sererastkirinên qanûnî pêk hatin. Di 2012’an de Peyman Stenbolê hat îmzekirin lê di 2021’ê de hat feshkirin.
Li Kurdistanê têkoşîna jinan
Têkoşîna jinan a li Kurdistanê piştî salên 80’yî hîn bêtir derket pêş û jinên Kurd di eniya pêş a berxwedanê de cih girtin. Tevgera Jinên Kurd li dora îdeolojiya parastina azadbûnê bi teşe bû. Di salên 90’î de jinên Kurd rêxistina xwe ava kirin û ji bo wekheviya zayenda civakî û mafên neteweyî têkoşîn dan. Îro jinên Kurd li Başur, BAkur, Rojhilat û Rojava ji bo mafên xwe têdikoşin.
Têkoşîn didome hêvî mezin dibe
8’ê Adarê ji pîrozhiyan pêkan nîne, 8’ê Adarê sembola têkoşîna ji bom maf, wekhevî û edeletê tê dayînê ye. Li Kurdistan, Tirkiye û her çar alî cîhanê jin ji bo mafên xwe têdikoşin û tên gel hev.