![](/staticfiles/news/251563/2025/02/15/823x463cc-komplo-kolaj.jpg)
Li her derê komplo hat şermezarkirin
- 16:54 15 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat protestokirin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate gotin: “Em ê vê roja reş veguherînin roja azadiyê.”
Bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û meş hatin lidarxistin.
Êlih
Bi boneya komploya navneteweyî li Êlihê meş hate lidarxistin. Bi sedan kesên li Parka Yilmaz Guney hatin gel hev, pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li meşê bûn û beriya meşê daxuyanî hate dayin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk daxuyanî xwend û got ku pêvajoya komployê hêj berdewam e. Mustafa Tekîk, anî ziman ku got ku armanca ji komployê ew bû ku têkoşîna demokratîkkirin û azadiyê ya gelê Kurd were bidawîkirin û wiha pê de çû: “Komploya modernîteya kapîtalîst bandor li seranserî cîhanê kir û stratejiyên ji bo lêgerîna civakeke demokratîk a Rojhilata Navîn hedef girt. Lêbelê, afirînerên komployê bi ser neketin. Birêz Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek stratejî pêş xist û di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de jî lêgerînên xwe yên ji bo çareseriyê domand. Û berxwedana wî ya li Îmraliyê, bû sembola vê têkoşînê. Sekna dîrokî ya birêz Ocalan, li dijî hedefên komploya navneteweyî berxwedaneke mezin derxist holê.”
Piştî daxuyaniyê, heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr meş hat lidarxistin. Di meşa ku ji Parka Yilmaz Guney dest pê kir de gelek caran dirûşmên “ “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Şirnex
Partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Şirnexê jî komploya navneteweyî protesto kirin. Li navenda bajar meş hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” hate hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bimre komploya 15’ê Sibatê” hate berzkirin.
Piştî meşê daxuyanî hate dayin. Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Selahattîn Barinç di daxuyaniyê de axivî û got: “Çareserî û aştiya ku birêz Ocalan dixwaze pêk bîne, di heman demê de têkoşîna avakirina Tirkiye ya demokratîk e. Em careke din dibêjin; fikriyata birêz Ocalan û îradeya wî ya çareseriyê, ji bo pêşerojeke azad û demokratîk firsendek e. Xwedîderketina li vê îradeyê erk û berpirsyartî ye.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî got: “Hêzên tev li komploya navneteweyî bûn, di şerê li Rojhilata Navîn de bi feraseta komployê tevdigerin. Wê demê xwestin di şexsê birêz Ocalan de hebûna gelê Kurd tesfiye bikin. Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
Mêrdîn
Li Mêrdînê bi boneya 26’emîn salvegera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê meşek hat lidarxistin. Bi sedan kesên li ber Mizgefta Şakir Nuhoglu ya li taxa Artukluyê hatin cem hev bi pankarta “Mizgînî ya Roja Me Wê Hemû Rojên Reş Ronî Bike” meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” hatin berzkirin.
Di meşê de hin welatiyên ku derketin pencereyên xwe bi çepikan piştgiriya xwe nîşan dan, welatiyên bi wesayîtên xwe derbas dibûn jî li qurneyan xistin û çalakvanan silav kirin. Piştî meşê li Parka Karayollari daxuyanî hat dayîn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz wiha axifî: "Modernîteya Kapîtalîst a ku komplo pêk anî, ji aliyekî ve Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derbasî qonaxeke nû kir, li aliyê din jî lêgerîna civakeke demokratîk a çareseriya mayînde ya Rojhilata Navîn hedef girt."
Piştre Parlamenterê Kamuran Tanhan axivî û got: “Birêz Ocalan ne tenê îro vê bangê dike. 8 caran agirbest îlankir, lê muxatab nedît. Gelê Kurd 100 sal in di bin zext û zordariyê de banga aştiyê dike. Weke Mêrdînê îro jî li her derê ji bo aştî, azadî û wekheviyê amade ne. Ger hûn samîmî bin, rê û muxatab jî diyar e."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dû re jî çalakî hat bidawî kirin.
Sêrt
Di daxuyaniya 15’ê Sibatê ya li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sertê de pankarta “Em ê roja tariyê vegûherînin roja azadiyê” hat vekirin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Sêrtê Mustafa Dayanan, di çalakiyê de wiha axivî û got: "Birêz Ocalan li dora paradîgmaya çareseriyê bûye yek û îradeyeke mezin nîşan daye."
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
Edene
Bi pêşengtiya DBP, TJA û DEM Partiyê li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî hate dayin û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr got ku ew ê li ber xwe bidin û teqez bi ser kevin. Rêveberê DEM Partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr jî got ku îradeya çareseriyê û biryardariya Abdullah Ocalan komploya navneteweyî vala derxist û got: “Girtîgeha Girava Îmraliyê veguherand qada berxwedanê û seknekî dîrokî raber kir. Ev sekn bû îspata wê ku komplo bi ser neketiye.”
Mêrsîn
Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya TUAY-DER û MEYADAR’ê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê hate dayin û pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiye” hate hilgirtin. Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Metîn Înce got ku ji bo 15’ê Sibatê veguherînin “Roja azadiyê” dê têkoşîna xwe mezin bikin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen jî bertek nîşanî xespkirina îradeyê da û got: “Weke DEM Partiyê em ê qebûl nekin.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
Hatay
Rêxistina DEM Partiyê ya Hatayê jî li pêşiya rêxistina Îskenderûnê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Naîm Ozbek di daxuyaniyê de got: “Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, ji bo pêşeroja tevahiya gelên Rojhilata Navîn girîng e. Em dibêjin şer re na, aştî a niha. Bijî biratiya gelan.”
Îzmîr
Saziyên demokratîk ên Îzmîrê bi wesîleya 26’emîn salvegera komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku divê em ji bo aştiyê têbikoşin.
Saziyên Demokratîk ên li Îzmîrê bi wesîleya 26'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivîn. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî beşdarî hevdîtina ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) a Îzmîrê hat lidarxistin, bûn. Di hevdîtinê de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Di hevdîtinê de bandora komployê, têkbirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan hat axifin.