
Bi boneya 4`ê Nîsanê jinan çalakiyeke hunerî li dar xist
- 15:47 8 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Navenda Jinolojiyê ya Tebqayê bi hevkariya Zanîngeha El Şerq çalakiyeke wêjeyî û hunerî li dar xist.
Navenda Jinolojiyê ya Tebqayê bi hevkariya Zanîngeha El Şerq çalakiyek bi dirûşma “Jin bi Rêbertî re ber bi azadiya xwe ve dimeşin” bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke wêjeyî û hunerî li dar xist.
Çalakî li salona Zanîngeha El Şerq bi tevlêbûna xwendekarên jin û mêr, nûnerên sazî û rêveberiyên jinan ên ji kantonên Reqa û Tebqayê hate lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê helbestvan Sidîl Xelîl, Şêrîn Muslim, Fatima Henîde, Buşra El Mensûr û Mîdya Silêman helbest xwendin.
Di çalakiyê de sînevîzyoneke wêneyên Abdullah Ocalan hate nîşandan, her wiha Koma Hêlîn Cûdî ya Hilala Zêrîn a Kantona Reqayê stran pêşkêş kirin.
Di dawiya çalakiyê de Navenda Jinolojiyê helbestvanên beşdar û endamên Koma Hêlîn Cûdî xelat kirin.