
Yuksel Genç: Divê desthilatdarî berpirsiyariya xwe bi cih bîne
- 09:03 17 Nîsan 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED- Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç bersivên pirsên ku gel di çarçoveya lêkolîna der barê pêvajoya siyasî ya Navenda Lêkolîna Qada Civakî Polîtîk de dane nirxand û da zanîn ku gel banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî dîtiye û got ku ji bo aştiyek bi rumet pêk bê divê desthilatdarî berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Navenda Lêkolîna Qada Civakî Polîtîk di navbera 22-26’ê Adarê de li 16 bajarên li Kurdistanê lêkeolîn kir. bi 1509 kesî re re xebat hat meşandin. Li gorî bersivên ku bi gelemperî hatin dayîn, daneyên ku hatin bidestxistin û arasteyî bernameya SPSS'ê hatin kirin bi grafîk û tabloyan hatin analîzkirin.
Koordînatora Navenda Lêkolîna Qada Civakî û Polîtîk (SAMER) Yuksel Genç der barê mijarê de nirxandin kir.
Yuksel Genç da zanîn ku xebata hatiye kirin der barê pêvajoya bi deklerasyona 27’ê Sibatê gihiştiye astek nû de ye û got: “Gel çawa nêzî pêvajoyê bû. Civakê çawa şîrove kir. Bendewarî çi ne çi hatin pêşniyarkirin. Der barê vê de xebat hat destpêkirin. Bandora deklerasyona 27’ê Sibatê û hewaya ku hatiye afirandin hat pîvan. Gavên serokatiyê, bersiva PKK’ê, pêvajoyek ku hatibû fêmkirin hebû. Me bandora vê pîva. Ev xebata ewil bû.”
‘Di pêvajoya yek alî tê meşandin de jî erênîbûn hebû’
Yuksel Genç da zanîn ku pirsa ewil a xebatê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi civakê re çawa hatiye dîtin hatiye erêkirin an na bûye û got: “Ji sedî 18’ê kesên tevli xebata me bûn naveroka deklerasyonê niznain. Ji sedî 60naveroja wê erênî dibînin û erê dikin. Yên digotin erê nakim û erênî nabînim kêm bû. Ev aliyê girîng bû. Tevî pêvajo yek alî tê meşandin jî erênîbÛn hebû.”
'Gel di baweriya ku wê bang aştiyê bîne de ye'
Yuksel Genç da zanîn ku ya duyemîn jî ev bû ku banga Abdullah Ocalan wê aştiyê bîne an na bûye û got: “Bersivên ji bo vê pirsê gelek bi nirx bûn. Bersiva ‘wê aştiyê bîne’ ji ya ‘nayne’ zêdetir bû. Gel ji bo vê pirsê got wê aştiyê bîne. Ev mijarek girîngin. Bersivên hatin dayîn erênî bûn.”
'Bangê erênî dibînin'
Yuksel Genç di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çavdêriyên wan ên li qadê û bersivên hatine dayîn, nîşan dide ku bang erênî tê dîtin û got: “Di xebatên me kirin de bendewariyên civakê hebû. Ji bo pêvajo baş bimeşe bendewarî û hewldanên siyasî û sererastkirinên qanûnî hebûn.Yên ku mafê hêviyê daxwaz kirin ji sedî 60 derbas dikir. Beşek mezin a civakê sererastkirinên qanûnî dixwazin. Vê jî lêgerîna ewlehiyê ya civakê derxist holê.”
Berpirsyariya dikeve ser milê partiyên siyasî
Yuksel Genç balkişand ser pirsa ‘ji bo pêvajo bimeşe divê AKP çi bike?’ û wiha vegot: “Bersiva ‘Bila AKP mafê Kurdan nas bike û der barê vê de sererastkirinên qanûnî bike’ hat dayîn. Piştre jî bersiva ‘bawerî, samimiyet, zelalbûn’ hatin dayîn. Ev jî nêzîkatiya civakê ya li hember desthilatdariyê nîşan dide. Nêzîkatiya gel li hember DEM partiyê bi nirx bû. Ji ber DEM Partî baweriyê dide gel.”
'Pêkanînên dijdemokratÎk baweriya bi pêvajoyê kêm dikin'
Yuksel Genç piştî nirxandina pirs û bersivan der barê pêvajoyê jî axivî û wiha anî ziman: “Gelê Kurd bi bendewariyek mezin d eye û ji destpêka pêvajoyê de jî bi fikarin. Der barê ku pêvajo baş bimeşe û aştî pêk bê de endewarî heye. Pêkanînên dijdemokratîk yên desthilatdariyê baweriya bi pêvajoyê qels dike. Ji bo ev pêvajo bi awayekî baş bê meşandin divê desthilatdarî û dewlet bil ez bikeve pêvajoya sererastkirinên qanûnî. Navnîşana avabûna bêbaweriyê jî dewlet û hikûmet ava dike. Operasiyon û pevçûn dewam dikin. Ji bo pêvajo bê meşandin divê pevçûn bi dawî bibin. "
Yuksel Genç wiha daweî lê anî: “Desthilatdarî berpirsyariya xwe bîne cih wê pêvajo jî bimeşe. Berpirsyarî neyên cih wê pêvajo nemeşe. Divê der barê aştiyê de zimanekî erênî bê bikaranîn. Ev di rapoaran de jî derket holê.”