Nazîme Avras: Em şopdarên pêvajoyê ne

  • 09:04 17 Nîsan 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Nazîme Avras ku di pêvajoya pevçûnê de, hevjîn, du bira û gelek xizmên xwe winda kir got ew piştgiriyê didin pêvajoya hatiye destpêkirin û wiha vegot: “Em banga Birêz Ocalan bi êş pêşwazî dikin. Ev bang ji bo aştiyek bi rûmet bangeke di cih de ye.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û civaka demorkatîk’ di 27’ê Sibatê de bi hevkariya heyeta Îmraliyê deklere kir û li seranserê Tirkiye, Kurdistan û cîhanê deng da. Piştgiriya ji bo bangê didome û ji desthildatdariyê daxwaza gavên şênber tê kirin.
 
Nazîme Avras di pêvajoya pevçûnan de di dîrokên cuda de hevjîn û du birayên xwe winda kir. Nazîme Avras da zanîn ku ligel hevjîn û du birayên xwe gelek xizmên xwe jî di pêvajoya pevçûnê de winda kiriye.
 
Nazîme Avras der barê hevjînê xwe de axivî û wiha got: “Zewaca me demek kurt bû û bi êşên mezin derbas bû. Wek hemû malbatên Kurd me jî êşên mezin kişandin. Wek her ciwanekê xeyalê min jî hebû. Bêguman evîna herî mezin a şoreşgerî ye, min jî evîna bi hevjînê xwe re pîroz didît.”
 
‘Xeyalên wan mezin bûn’
 
Nazîme Avras wiha vegot: “Zewaca me demek kurt bû. Hevjînê min jiyana xwe da ser şoreşê. Rojekê min got du zarokên me hene û wî jî got tu mereq neke azadiya Kurdistanê nêz e. Xeyalên wan mezin bûn. Em du salan ligel hev bûn. Piştre tevli PKK’ê bû. Gundê me hat şewitandin. Armanca hevjînê min jiyanek azad bû.”
 
‘Ji dîroka xwe dûrketin rizandin e’
 
Nazîme Avras destnîşan kir ku zarokên Kurd bi çîrokên ji malbat û gelê xwe guhdar kirine mezin bûne û wiha domand: “Di 1914’an de ji malbata me sê kes tên darvekirin. Malbata me her tim çîrokên wan vedigotin. Em bi van çîrokan mezin bûn. Yên dji dîroka xwe dûr bikevin dirizin. Desthilatdarî ji bo winda neke hebûna xwe li ser gelê Kurd didomîne. Gelê Tirk hîna Kurd fêm nekirine. Ji 1993’yan heta niha di vê têkoşînê de min du zarok mezin kir. Hevjînê min di 1997’an de li gundê Engesor di kemînê de şehîd ket. Min soz da xwe. Ez di riya hevjînê xwe de berdewam dikim.”
 
Nazîme Avras daxuyakirin ku ji bilî hevjînê wê du birayên wê jî di pêvajoya pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û gorên wan jî tuneye. Nazîme Avras wiha dirêjî dayê: “Zarokên me bi çîrokên me mezin bûn. Çîroka Kurdistanê jî ev e.”
 
‘Banga Abdullah Ocalan ji bo aştiyek bi rûmet e’
 
Nazîme Avras balkişand ser banga sedaslê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha vegot: “Em di nava êşan de vê bangê pêşwazî dikin. Ev bang ji bo aştiyek bi rûmet bangek di cih de ye. Piştî bang û hevdîtinan hîna dewleta Tirk lîstikên xwe didomîne. Hîna ji bo aştiyê gavek nehatiye avêtin. Tevî evqas êş em hîna jî aştiyê dixwazin. Em destê xwe dirêj dikin lê ew nagirin. Ev ne edalet e. Ez ji çend dosyayan 8 salan girtî mam. Niha 26 dosyayên li ser min hatine vekirin hene. Tevî ev qas êş daxwaza me aştî ye. Hemû malbat jî aştiyê dixwazin.”