'4'ê Nîsanê hebûna gelan îfade dike'

  • 09:06 1 Nîsan 2025
  • Rojane
  
 
Memîhan Zeydan 
 
WAN - Ayten Salgur ku 20 sal in ji rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlan datîne û daran diçîne wiha wiha dibêje: "4’ê Nîsanê ji bo me rojek girîng e. Hebûna me hemûyan e. Em dixwazin azadiya serokatiya xwe bibînin."
 
4’ê Nîsanê ku wek vejîna yekemîn a Gelê Kurd tê binavkirin, di hişê her kurdekî de cih girtî ye. Hinek vê rojê wek rojbûna xwe qebûl dikin hinek vejîna Gelê Kurd hinek jî destpêka nû binav dikin. Ji bo kurdan wê rojê bernameyaherî xweş çandina darane. 
 
Ayten Salgur 23 sal in her sal 4’ê Nîsanê li baxçeyê xwe dar diçîne û piştî baxçe tije dibe li baxçeyên cîranên xwe datîne. Darên ku çandin piştî salan şûnde êdî fêkiyan didin û Ayten Salgur fêkiyên xwe li taxê belav dike û ji bo Rêberê Gelê Kurd duaya azadiyê digire.
 
‘4’ê Nîsanê rojbûna Gelê Kurd e’
 
Ayten Salgur diyar kir ku rojbûna Abdullah Ocalan hebûna Gelê Kurd îfade dike û wiha got: “Wateyek mezin a 4’ê Nîsanê heye. Rojbûna Gelê Kurd tê hesibandin. Me bi saya  Birêz Ocalan mafê xwe, xwe nas kir. Me berê nizanibû. Em berê tune dihatin hesibandin. Em hatibûn kolekirin. Birê Ocalan dozek têkoşînê da destpêkirin. Me wisa xwe nas kir. 4’ê Nîsanê ji bo me rojek girîng e. Hebûna me hemûyane. Em dixwazin azadiya serokatiya xwe bibînin. Serokatiya me dibe 76 salî. 26 sale girtiye. Em azadiya wê aştî û wekheviyê dixwazin.” 
 
Ayten Salgur wiha dirêjî dayê: “10 salan her 4’ê Nîsanê çûm Amarayê. Em bi dehan carî ji wir hatin vegerandin. Ez nexweşbûm lê tevî vê min xwe li wir baş hîs dikir. Kelecanek pir mezine. Ew ji bo me mirovekî pîroz e. 20 sale ez her 4’ê Nîsanê rojbûna Birêz Ocalan de daran diçînim. Dar jiyane oksîjene. Ew jiyanê dide xweza û mirovan. Serokatî jî jiyanê dide me. Birêz Ocalan hebûna me, jiyana me ye.”