
Li Avusturyayê Newroz hat pîrozkirin
- 20:35 30 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Kurdistaniyên ku li eyaleta Tîrolê dijîn, di pîrozbahiya Newrozê de hatin cem hev û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Kurdistaniyên ku li eyaleta Tîrol a Avusturyayê dijîn, di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Innsbruckê hatin cem hev.
Pîrozbahî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Innsbruckê hat lidar xistin.
Siyasetmedar Fuat Kav, li ser wateya Newrozê û banga Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ axivî. Fuat Kav, destnîşan kir ku Kurd, gel û dostên li Ewropayê dijîn, çiqas bi awayekî xurt xwedî li erkên xwe yên demê derkevin, dê ewqas zû azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin.
Di pîrozbahiyê de hunermend Şehrîbana Kurdî, Sîpan Xelat, Azad Bedran, Erdogan Emîr, Devrîm Azad, Koma Dem û Koma Demhat derketin ser dikê. Gel li ber muzîkê govend gerand.
Lautrach
Li bajarê Lautrach ê eyaleta Vorarlberg ê Awûstûryayê, Kurd û dostên wan di şahiya Newrozê de li hev kombûn.Pîrozbahî bi pêşengiya Komeleya Çand û Hunerê ya Sara pêk hat.Heman hunermendan li vir jî derketin ser dikê.