Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin

  • 13:38 30 Adar 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Bi boneya Cejna Remezanê, li Goristana Gaziyê ya li navçeya Sultangazî ya Stenbolê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin hatin ziyaretkirin. 
 
Bi boneya Cejna Remezanê, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirina re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) li Goristana Gaziyê ya li navçeya Sultangazî ya Stenbolê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin hatin ziyaretkirin. Li gel malbatên kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayin, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, nûnerên saziyan û gelek kes tev li bûn. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar di bîranînê de axivî û wiha got: “Em, canên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Ew li dijî neheqî, newekhevî, bêedaletiyê, înkara dewletê û polîtîkayên pişaftinê, li dijî kedxwariyê sekinînin. Em hevalên xwe birêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em dizanin ku heke em bikarin rêya xwe bidomînin, ev ji ber bedelên wan dayin û têkoşîna wan e. Em ê vê têkoşînê bidomînin.” 
 
Parlamenter Çîçek Otlu jî got: “Em dibînin ka wateya têkoşîna yekbûyî çi ye. Abdullah Ocalan ku berdevkê Banga Aştî û Civaka Demokratîk e, dibêje ku divê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û têkoşîna çîna karker a Tirkiyeyê bibe yek û gel têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em vê têkoşînê mezin bikin û diyarî leheng û şehîdên xwe bikin. Divê li vî welatî em nîşan bidin ku xeyalên wan nîvco nemane.”