Komxebata li ser paşeroja jinan a li Sûriyeya nû li Hesekê destpê kir
- 11:56 7 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star têkildarî paşeroja jinê ya li Sûriyeya nû komxebatek li Hesekê li dar xist.
Komxebata bi dirûşma "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" bi beşdariya 500 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê destpê kir.
Ji pêkhateyên suryan, kurd, ereb, elewî û ermenî gelek jin beşdarî komxebatê bûn. Her wiha gelek jinên ji Heleb, Hûms, Sahil, Siwêda û Şamê jî ji ber nekarîn tevlî bibin, bi rêya zoomê wê beşdar bibin û nêrînên xwe li ser paşeroja jinan a li Sûriyeya nû parve bikin.
Di heman demê de tevahî sazî û dezgehên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî komxebatê bûn.
Komxebat bi xêrhatina mêvanan ji aliyê Berdevka Kongra Star a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo dest pê kir.
Komxebat dewam dike.