Komxebata li ser paşeroja jinan a li Sûriyeya nû li Hesekê destpê kir 2025-01-07 11:56:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star têkildarî paşeroja jinê ya li Sûriyeya nû komxebatek li Hesekê li dar xist.   Komxebata bi dirûşma "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" bi beşdariya 500 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê destpê kir.   Ji pêkhateyên suryan, kurd, ereb, elewî û ermenî gelek jin beşdarî komxebatê bûn. Her wiha gelek jinên ji Heleb, Hûms, Sahil, Siwêda û Şamê jî ji ber nekarîn tevlî bibin, bi rêya zoomê wê beşdar bibin û nêrînên xwe li ser paşeroja jinan a li Sûriyeya nû parve bikin.   Di heman demê de tevahî sazî û dezgehên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî komxebatê bûn.    Komxebat bi xêrhatina mêvanan ji aliyê Berdevka Kongra Star a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo dest pê kir.    Komxebat dewam dike.