Hesabên X’ê yên MA û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
- 13:00 5 Çile 2025
- Rojane
STENBOL - Hesabên X’ê yên MA û Yenî Yaşamê li Tirkiyeyê hatin astengkirin.
Hesaba X’ê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya @Maturkce, li Tirkiyeyê hate astengkirin. Têkildarî astengkirina hesaba ku 263 hezar şopînerên wê hene, tu agahî nehatin parvekirin.
Her wiha hesaba X’ê ya rojnameya Yenî Yaşamê jî hate astengkirin.