Li Payizavayê Mala Bêhnvedanê ya Jinan a Destar hat vekirin

  • 16:25 6 Çile 2025
  • Rojane
 
WAN - Li navçeya Payîzava Mala Bêhnvedanê ya Jinan a Destar hat vekirin. Jinên beşdarî vekirinê bûn li dijî êrîşên li ser Rojava banga hevgirtinê kirin. 
 
Şaredariya Payizava ya Wanê di çarçoveya xebatên jinan de Mala Bêhnvedanê ya Jinan a Destar hat vekirin. Di merasîma vekirinê de Komeleya Piştevaniya bi Kesên ku li Dergûşa Şaristaniyan ya Mezopotamyayê  xizmên xwe winda kirine (MEBYA DER), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY DER), rêxisitnên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî),  bajêr û navçeyên bajêr, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Parlamentera DEM' Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayigit beşdar bûn.
 
'Heta jin azad nebe civak azad nabe'
 
Hevşaredara Payîzavayê Mukaddes Karakoç, diyar kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe û got, “Sedema ku me navê mala bêhnvedanê destar danî ew e  ku destar di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e. Destar pirbûn e, çand e. Em hêvî dikin ku ev yek yekitî û aştiyeke nû bîne. Bila ev ji bo hemû jinan bi xêr be."
 
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî got, “Saziya vekirine ji bo jinan girîng e. Ez ji dil pîroz dikim her kesê ku beşdarî bû. Bila ev sala nû ya ku em ketinê  aştî, yekîtî û azadiyê bîne. Bila mala bêhnvedanê ji bo hemû jinan pîroz be."
'Em ê hemû qadên jiyanê veguherînin qadên jiyanê'
 
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku li Rojhilata Navîn bi taybetî li dijî gelê Kurd şerekî mezin tê meşandin û destnîşan kir ku şer bi taybet beden, ked, destkeftî û nirxên jinan hedef digire. Neslîhan Şedal got, “Aqlê desthilatdar bi tinekirina jinan hewl dide hebûna xwe biparêze. Divê behsa têkoşîna jinan bê kirin, ne şerê li dijî jinê. Weke ku her kes dizane têkoşîna jinê di hemû qadên jiyanê de her roj zêdetir derdikeve pêş. Em ê bi felsefeya jiyana azad hemû qadan veguherînin qadên jiyanê."
 
'Gelê Rojava ne bi tenê ye'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, anî ziman ku hişmendiya desthilatdar a mêr bi sedsalan jin ji nedîtî ve tê û got, "Em bi polîtîkayên şer ên ku tên meşandin re têkoşînên mezin dimeşînin. Îro li dijî Rojava ku hemû gelên Rojhilata Navîn bi hev re dijîn êrîşek tê kirin. . Li dijî destkeftiyên jinan êrîşek heye. Gelê Rojava ne bi tenê ye. Li wir rastiya jiyanê heye. Em bang li hemû STO, sazî û rêxistinên demokratîk dikin ku xwedî li gelê Rojava derkevin.”
 
'Em weke jin di nava têkoşînê de ne'
 
Gulşen Kurt, anî ziman ku bi êrîşên ku jin bi polîtîkayên înkar û îmhayê tên paşguhkirin re rû bi rû ne û got, “Polîtîkayên 22 salan ên hikûmetê ji bo ji holê rakirina destkeftiyên jinan her cure polîtîkayan bi kar tîne. Em bi polîtîkayên ku butçeya welat ji şer re tê terxankirin, destkeftiyên jinan tên paşguhkirin, bêkarî kûr dibe, keda jinan tê paşguhkirin re rû bi rû ne. Dema ku em li dijî xizaniya jinan têdikoşin, li dijî tundiya mêr jî têdikoşin."