Navê xwe di dîroka rojnemegeriya kurdî de nivîsî: Dilîşan Îbîş

  • 09:05 12 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Di 7'emîn salvegera qetilkirina rojnameger Dilîşan Îbîş de rêhevala wê û rêvebera Radyoya Kobanê FM Şîlan Mihemed behsa taybetmendiya Dilîşanê kir û got: "Em ê xwedî li keda pakrewanên xwe derkevin em pênûsa wan li erdê nahêlin û wê kamerayên wan her li heqîqetê bişopîne."
 
Rojnamevan û nûçegihana ajansa ANHA`yê Dilîşan Îbîş di 12'ê Cotmeha 2017'an de dema ku pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî DAIŞ'ê dişopand, li ser riya Xerafî yê di navbera Hesekê û Dêrezorê de li gel hevalên xwe Rizgar Denîz, Hogir Mihemed û komeke sivîl ji aliyê otombîlên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ'ê ve hat hedefgirtin. Di encamê de rojnameger Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed û 14 welatî hatin qetilkirin. Her wiha rojnameger Rizgar Denîz jî bi dijwarî birîndar dibe ku ew jî piştî du mehan jiyana xwe di dest dide.
 
Biryara vegera li Kobanê...
 
Dilîşan Îbîş ku bi eslê xwe ji gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê ye di 26'ê Îlona 1992'yan de di nava malbateke netewparêz de ji dayik dibe. Dilîşan ji ber hezkirina xwe ya fêrbûn û zanistê bi hezkirineke mezin xwendina xwe ya seretayî li dibistana Muhaddath, a navîn li dibistana Xensa û ya amedeyî jî li dibistana Shreha yên Kobanê dixwîne. Dema ku Dilîşan dighêje pêvajoya zanîngehê, beşa birêvebirina kar û baran hildibjêre, ji ber vê di 2011'an de berê xwe dide bajarê Helebê ji bo xwendina xwe bi dawî bike. Di wê navberê de çirsûkên destpêkê yên aloziya Sûriyeyê dest pê dikin û digihîjin tevahî bajarên Sûriyeyê. Li aliyê din jî Gelê Kurd dest bi amadekariyên destpêkirina şoreşa Rojava dike. Ji ber ku Dilîşan ji biçûkatiya xwe ve di têgihîştina nasname, çand û dîroka xwe de bû, ji vê rewşê baş bandor dibe û biryara vegera Kobanê dide. Bi vegera xwe re yekser beşdarî xebatên rêxistinî dibe da ku erka xwe ya di nava şoreşê de pêk bîne. Dilîşan xwe di nava xebatên rêxistinî de nabîne, ji ber vê lêgerînên wê yên cuda dest pê dikin û wiha di 2013'yan de berê xwe dide xebatên çapemeniyê û bi taybetî cihê xwe di Radyoya Dengê Kobanê digre, nûçe û bernameyan bi zimanê Erebî pêşkêş dike.
 
Bal dikişand ser berxwedana jinan
 
Di sekn û feraseta Dilîşanê de naskirin û girêdana wê ya bi zayenda xwe re diyar bû, ji ber vê her dem bi jinan re mijûl dibû û tecrubeyên xwe bi wan re parve dikir. Heta ev yek di nûçe û nivîsên wê de jî derdiket holê. Bi taybetî jî di dema êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser Girê Spî û gundewarên Rojhilatê Kobanê di 2013-2014`an de, Dilîşan nûçegîhaniya şer dike û herî zêde balê dikşîne ser berxwedanî û têkoşîna jinan. Bi nûçe û bernameyên cuda hêza jina şerker a li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bi pênûs, deng, dîmen û wêneyên xwe de ji raya giştî re radighîne. Têkildarî vê mijarê nivîseke wiha parve dike; "Jin ne bêhêz in û ne jî lawaz in. Ew mehkûmî firotina li bazarên koleyan nabin. Bi zordarî û înkarê nayên birêvebirin. Belê ew di berxwedana li dijî hişmendiya otorîter de bûne pêşeng." Dilîşan bi vê nivîsê re baweriya xwe ya ji îsrar, têkoşîn û pêşengiya jinan re bilêv dike.
 
Di Radyoya Dengê Cûdî de cih girt
 
Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de berê êrîşên xwe didin Kobanê, li dijî êrîşan şervanên YPJ/YPG`ê û bi sedan ji gelên welatparêz li ber xwe didin. Li aliyekî din jî bi sedan malbat derbasî Bakurê Kurdistanê dibin. Dilîşan Îbîş û komeke hevalên xwe qebûl nakin ku ji Kobanê derkevin lê ji ber dijwarbûna şer ew neçar dimînin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Lê Dilîşan û hevalên xwe ji aliyê polîsên dewleta tirk ve tên girtin. Dilîşan di girtîgehê de pêşengiyê dike û li gel hevalên xwe 13 rojan dikevin greva birçîbûnê. Bi pêşengiya Dilîşan Îbîş polîs neçar dimînin wan serbest berdin. Piştî vê bûyerê Dilîşan yekser berê dide herêma Cizîrê da ku xebatên xwe berdewam bike û wiha jî cihê xwe Radyoya Dengê Cûdî de digre. 
 
Tevlî pêngavên rizgarkirinê bû
 
Bi rizgarkirina Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de Dilîşan vedigere Kobanê da ku radyoya xwe ji nû ve ava bike. Bi vî rengî jî xebatkaran peyda dike, perwerde û fêr dike û di 13`yê Adarê de Radyoya Dengê Kobanê ji nû ve dest bi weşana xwe dike. Li rex xebatên radyoyê ew du mehan ji bo televîzyona Ronahî TV nûçegihaniyê dike. Herî dawî jî di dawiya 2016`an de Dilîşan derbasî xebatên ajansa ANHA`yê yên li kantona Qamişlo-herêma Cizîrê dibe. Dilîşan ji ber daxwaz û armanca xwe ya bingehîn a ketina xebatên çapemeniyê, nûçegihaniya şer dike. Ji ber vê beşdarî şopandina tevahî pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞ`ê dibe.
 
Rêhevala Dilîşan ji ajansa me re axivî û bal kişand ser taybetmendiya wê. 
 
'Rola wê di ragihandinê de mezin bû'
 
Rêvebera Radiyoya Kobanê FM Şîlan Mihemed, di destpêka axaftina xwe de hemû pakrewanan bi bîr anî û got: "Di şexsê pakrewan Dilîşan em hemû pakrewanên çapemeniya azad bi bîrtînin. Pakrewan Dilîşan rolek wê ya pir mezin di ragihandina azad de hebû bi taybet di nava herêmên Bakur-Rojhilata Sûrî de. Pakrewan Dilîşan di destpêka şoreşa Rojava û bi taybet bi ava bûna Radyoya Dengê Kobanê tevlî nava xebata radyoyê bû. Her wiha xwedî rolek pir girîng bû tevlî nava gelek pêngavên rizgar kirinê bû. Piştî ku bajarê Kobanê ji destê çeteyên DAIŞÊ hat rizgar kirin pakrewan Dilîşan bi tena serê xwe ji nû de li Kobanê Radyoya Dengê Kobanê FM ava kir. Ji nû de xebatkarên radyoyê li hev civand. Ji ber ku pir dixwast di nava xebata ragihandinê de di çarçoveyek fereh de kar bike tevlî nava xebatên Ajansa Hawarê bû. Hêdî hêdî li wir derbasî nava gelek pêngavên rizgarkirina herêmên dagirkirî bû weke pêngava rizgarkirina gundewarên Kobanê, Bendava Tişrîn, pêngava Minbic û Reqayê her wiha di dawiyê de jî di pêngava rizgarkirina Dêrezorê de gihaşt asta şehadetê."
 
'Kesek bi coş û bi moral bû'
 
Şîlanê di dewama axaftina xwe de wiha qala kesayeta Dilîşan kir: "Rêhevala me Dilîşan gelek dil nizim û hezkiriyê hemû kesan bû. Bi carek em bi gotinên wê ne êşiya bûn ji ber ku hevala hevalên xwe bû kêlî bi kêlî bi dostên xwe re disekinî. Cihê ku rêhevala me Dilîşan têda ba ew dever û ji kesayetên derdora wê re cihê coş û moralê bû her wiha gelek cidî bû di karê xwe de her ku me ew didît zêdetir me jê hez dikir."
 
'Bi hedef girtinê xwestin rastiyê veşêrin' 
 
Şîlanê da zanîn ku rojnemevan û xebatkarên ragihandinê li her deverê hedef tên girtin û wiha bi lêv kir: "Mînak li Îran rojnamevana kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfen Mihemedî cezaya darvekirinê li wan hatin birîn. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê Hêro û Gulîstan hatin hedef girtin. Lê divê em her bi bîr bînin ku heya roja me ya îro li Bakurê Kurdistanê rojane gelek rojnemevanên me tên hedef girtin û binçav kirin. Dîroka me ya Gelê Kurd her bi komkujî û kuştinan têr û tijî ye û dewletên dagirker bi van kiryarên xwe her dixwazin wan dîrokan dubare bikin û rastiya heyî bêdeng bikin."
 
Di dawiya axaftina xwe de Şîlanê soza berdewamkirina xeta pakrewanan da û got: "Ji ber armanca me û hemû pakrewanên me derxistina rastiyê û êşa gelê me ye em carek din soza xwe li ber hemberî gel û pakrewanên xwe nû dikin ku em ê xwedî li keda pakrewanên xwe derkevin em pênûsa wan li erdê nahêlin û wê kamerayên wan her li heqîqetê bişopîne."