Ji siyasetmedaran banga 'Mîtînga Azadiyê': Em ê li Amedê bin

  • 10:27 12 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya-Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Siyasetmedaran ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi daxwaza azadî û wekheviyê banga tevlîbûna "Mîtînga Azadiyê" ya ku wê sibe bê lidarxistin kirin.
 
Sibe saet di 13.00'an de li Amedê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev kom dibin" "Mîtînga Azadiyê" tê lidarxistin. Bi rojan e li Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî li Amedê bi kolan bi kolan, tax bi tax û di qadên çapemeniya dijîtal de banga tevlîbûna mîtîngê li gel tê kirin.
 
Siyasetmedaran ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser girîngiya mîtîngê.
 
'Em dixwazin dengê me bigihêje her kesî'
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar: Welat ev demeke dirêj e ku krîzek pir kûr dijî. Ev krîz xwedî aliyên civakî, sosyolojîk, aborî û gelek aliyên din e. Em niha bi krîzeke giran re rû bi rû ne. Sernavên vê qeyranê çi ne, qirkirina ekolojîk, gendelî û talanê bûye siyaset? Em bi asteke wisa re rû bi rû ne ku hiqûq, wekhevî û azadiyên ku welatekî zindî dihêlin tên tunekirin. Bêyî vana mirov nikare behsa aştiya civakî û jiyanê bike. Rejîma ku ev hemû rastî tê jiyîn, rejîma tecrîdê ye. Bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin, li cîhanê mînaka vê nîne. Mixabin vê bêhiqûqiyê Tirkiye pêl bi pêl dagirkiriye. Niha ji Kurdistanê daxwazeke mezin a ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê bilind dibe û em dixwazin di 13’yê Cotmehê de li Qada Îstasyonê vê daxwazê mezin bikin. Em dixwazin vê peyamê bidin hemû gelên Tirkiyeyê û dengê me bigihêje her kesî. 
 
'Gava yekem azadî ye'
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz: Me gelek caran gotiye ger hewcedariya welat bi aştiyê hebe, mîmarê vê aştiyê birêz Ocalan e. Dewletê bi xwe jî di salên 2013-15’an de ev yek jiya. Heger bi rastî dixwazin ji krîzên piralî yên ku ji ber şer û marjînalbûna ku ji ber zilm, zilm û nezaniyê derketiye derbikevin, ger bi rastî dixwazin di pêvajoyek nermbûn û normalîzebûnê de dilpakîya xwe diyar bikin û gava yekem ber bi vê yekê ve bavêjin. Gava yekem; pêngav ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Ji bo ku birêz Ocalan gotinên xwe û daxwaza aştiyê bigihîne raya giştî û hemû beşên civakê, divê derfet bên vekirin. Ji vir şûnde em ji cihekî ku vê berpirsyariyê dizane tevdigerin. Bi rojan e em derî bi derî, gund bi gund, tax bi tax, li qehwexane û parkan dixebitin, gel dibêje divê dawî li van zext û qeyranan were û di vê çarçoveyê de kesê ku dê van krîzên piralî bi dawî bike Birêz Ocalan e. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadî û aştiyê di 13'yê Cotmehê li Qada Îstasyonê bin. 
 
'Em gotinên xwe mezin bikin'
 
Parlamentera DEM Partî ya Colemêrgê Oznûr Bartin: Em niha di serdemekê de ne ku li Rojhilata Navîn gelek krîz hene û şer kûrtir dibe. Mixabin şer li welatê me didome. Talan, girtin, îşkence, înkarkirina nasnameyan, tinehesibandin û bi taybetî jî tecrîd li her derê belav dibe. Ji ber vê yekê em ê di vê mîtîngê de diyar bikin ku em bi israr û bi biryar in ku divê gel bêhna xwe bigire, demokrasî were, bi paradîgmaya wekhevîxwaz-azadî jiyan bike. Em her kesî vedixwînin vê mîtînga roja yekşemê saet di 13.00 de li qada Îstasyonê ya Amedê. Werin em deng û gotinên xwe bi awayekî herî bilind bînin ziman û tecrîdê bişkînin.
 
'Tecrîd tê wateya neçareseriyê'
 
Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Çîçek Otlu: Ev salek e em li hemberî tecrîda 43 meh in li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin dibêjin 'Deng bide azadiyê'.  Di têkoşîna ku ev salek didome de me hêj dengek nebihîstiye. Tecrîd her ku diçe girantir dibe û em dibînin ku girankirina tecrîdê tê wateya israra di polîtîkaya çaresernekirina pirsgirêka kurd de. Em dibînin ku di şerê li Kurdistanê de ev polîtîkaya şer, polîtîkaya kolonyalîst û dagirker bi taybetî jin çawa tên qetilkirin. Di rastiyê de çareseriya pirsgirêka kurd tê wateya bidawîkirina polîtîkaya şer. Ji ber vê yekê ez bang li her kesî dikim ku tevlî mîtînga roja yekşemê bibin.