‘Bila ji vir şûnde komploger bifikirin’

  • 09:06 12 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Siyasetmedara girtî Elîf Çetînbaş komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku paradîgma ku Abdullah Ocalan pêş xistiye li cîhanê bandor kiriye û gihiştiye armanca xwe. Elîfê got bila ji vir şûnde komploger bifikirin.
 
Di salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de, Kurdan û dostên Kurdan bertekên xwe anîn ziman. Di serî de li Kurdistanê û Tirkiyeyê li gelek welatên cîhanê Kurd daketin qadan û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd xwestin.
 
Hevseroka HDP’a Mûşê û girtiya nexweş Elîf Çetînbaş ku li girtîgeha jinan a Sîncanê girtiye der barê komployê de pirsên me bersivand. 
 
* Di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de 26 sal derbas bû. Bi vê komployê çi hat armanckirin?
 
Bi vê komployê wek Birêz Abdullah Ocalan jî gotiye xwestin hêviyê tune bikin. Ji hêviyê tiştekî nehêlin. Dema qutiya Pandora vekirin xerabiyên wek mirin û zilmê belav bûn. Hêzên hegemonîk bi van xerabiyan zilm li gelan kirin. Gelo ji qutiyê tiştek ma? Bêguman ma; hêvî. Hêvî nûbûn e. Hebûn e. Mizginiya ronahiyê ye. Birêz Ocalan li dijî çavsoriya kapîtalîzmê Paradîgma modernîteya demokratîk afirand.  Birêz Ocalan ku jiyan bixwe wek hêviyê nirxand, bi hevkariya van hêzên komploger hat girtin. Niha li Îmraliyê girtiye. Tirkiyeyê mafê hêviyê ku alîgirê wê ye jî pêk nayne û sûcê mirovahiyê pêk tîne. Bi van pêkanînan jî naxwazin zereya hêviyê bihêlin.
 
*Hêzên komploger ên di komploya 9’ê Cotmehê de cih girtin, li Rojhilata Navîn senaryoyên cuda xistin jiyanê. Ya ku dixwazin li Rojhilata Navîn bikin çiye?
 
Rojhilata Navîn dilê cîhanê ye û Kurdistan jî ya Rojhilata Navîn e. Ji ber vê hêzên navneteweyî dixwazin cîhanê bikin bin bandora xwe û ji ber vê jî li ser Rojhilata Navîn senaryoyan xêz dikin. Senaryoyên Kasr-i Şîrîn û Sykes Pîcot yên herî  bi bandor bûn. Şerê Israîl-Hamas û Israîl-Hîzbullahê jî ji vê serbixwe nîne. Van peymanan Rojhialata Navîn bi taybet jî Kurdistan li parçeyan veqetandin û sînor xêz kirin. Kurdistan ewil bi Kasri Şîrîn di navbera Îran û Osmaniyan de piştre bi Sykes Pîcot bi destê Îngîlîstan û Fransayê li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hat parvekirin. Hêzên hegemonîk ku her tim ji kaosê xwedbî bûn, li Rojhilata Navîn şer giran kirin. Lê van organîzasyonan li dijî Kurdan bi ser nexist. Bi Şoreşa Rojava re jî Paradîgma Civaka Azadîxwaz a Demokratîk, Ekolojîk û Jinê li cîhanê hat nasîn. Senaryoyên wan jî çûn ser sergo.
 
*Li gorî we komploya navneteweyî bandorek çawa li ser siyaset û gelê Kurd kir?
 
Wêneyekî di 1999’an de hatibû kişandin min dîtibû. Tiştekî bala min kişandibû. Laçikê hemû jinan reş bû, mêran rûyê xwe berdabûn. Rûyê hemûyan xemgîn bû. Ev wêne ji aliyê hevalên min ve hatibû kişandin. Got ev wêne sê meh piştî radestkirina serokatiyê hatiye kişandin. Ev tenê anekdotek mezin e. Lê gelê Kurd ev rewş bi şînek mezin derbas kirin. Kurd her çiqas ji dîroka xwe bêpar bên hiştin jî bi çand û wêjeya xwe ya gotinî heta îro hatiye. Bi saya vê hîna pesnên xwe didin. Hemû berxwedanên Kurdan ên serdeman bi dawiyek trajîk qedyaye. Ji ber vê jî radestkirina Birêz Ocalan xemginiyek mezin afirand. Bi qasî berxwedanê hestiyarî jî pir zêde hat jiyîn. Kurdan gotin xwestin cîhana wan bê tarîkirin. Lê wî ji bedenan meşale pêxist û cîhan ronî kir.
 
*Li gorî we hêzên komploger gihiştin armanca xwe?
 
Ya hat armanckirin tunekirina Kurdna bû. Dixwestin Kurdistanê parçe bikin. Lê berovajî vê hat jiyîn. Yên pirtûkên Abdullah Ocalan xwendine dizanin û dikarin vê vebêjin. Ez jî bi mînakekê vebêjim. Ez wek keseke ku ziman û dîroka xwe nizanibû, ketim hewldana fêrkirina ziman û dîroka xwe. Min bawer kir ku Birêz Abdulah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên cîhanê şans e û îro li 74 welatî bi pêşengiya rewşenbîr, nivîskar, aktîvîstan kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ pêk tê. Paradîgma Birêz Ocalan ya Modernîteya Demokratîk li zanîngehan wek ders tê dayîn. Ji ber vê jî ev nîşan dide ku komplo negihiştiye armanca xwe? Ji vir şûnde bila hêzên komploger bifikirin!