Hêrsa jinan a li dijî qetilkirinan: Em ê çareseriyê ji dewleta mêr nepên

  • 09:03 12 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn - Elfazî Toral 
 
STENBOL - Jinan diyar kirin ku tehemula wan li dijî qetilkirinên tên jiyîn û bêdengiyê nemaye û got: “Em ê çareseriyê ji dewletê nepên. Riya çareserkirinê bi têkoşînê pêkan e.”
 
Polîtîkayên şer ên her diçin giran dibin jiyana jin û zarokan jî dike xetereyê. Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me di meha îlonê de 30 jin û zarokek hatin qetilkirin. Her wiha 15 jin û 4 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di meha cotmehê de mêrê bi navê Semîh Çelîk Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl qetil kir. 
Li dijî qetilkirina jin û zarokan li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên girseyî pêk hatin û jinan diyar kirin ku wê bi têkoşîna rêxistinkirî jiyana xwe biparêzin.
 
‘Peyamên şînê wateyê natewîne’
 
Endama Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Nuran Karahan diyar kir ku zêdebûna qetilkirina jinan ne tesadufe û got qetilkirina Îkbal û Ayşenurê hatiye plankirin. Nuranê wiha anî ziman: “Îkbal û malbata wê bi salan kujer gilî kirine. Îkbal ji bo jiyana xwe biparêze 5salan bi tena serê xwe derketiye derve. Wê Îkbal çawa bihata parastin. Divê 6284 bi bandor pêk bihata. Yên 6284 pêk neanîn, yên polîtîkayên malbata pîroz afirandin, yên pergala hiqûq û destura bingehîn tune hesibandin, radibin behsa tiştên esfrûnê dikin. Piştî vê bûyerê peyamên sersaxiyê ji bo jinan tu wateyê nahewîne. Em dixwazin 6284 pêk bê."
 
Bêyî têkoşîn em dikarin tundiyê bidin sekinandin
 
Nuranê got di meha îlonê de 34 jin hatine qetilkirin, 20 jin biguman jiyana xwe ji dest dane. Mirina jinan heye. We pêşî li vê negirt. Ji bo edelet pêk bê em ê têbikoşin. Bi têkoşînek bandor dikare pêşî li qetilkirina jinan bê girtin.”
 
‘Em ê çareseriyê ji dewletê nepên’
 
Endama Komeleya Dema Jinê Derya Aslan jî destnîşan kir ku li aliyekî têkoşîna jinan dimeşînin li aliyê din jî êrişên li hember jinan giran dibin. Deryayê wiha vegot: “Li aliyekî têkoşîna jinan mezin dibe li aliyê din êrişên li hember jinan zêde dibin. 4’ê cotmehê de du jin hatin qetilkirin. Li Beyoglu jinek hat tacîzkirin. Gumanbar li ser zextên rayagiştî hatin binçavkirin. Lê polîtîka bêcezahiştinê van bûyeran zêde dibe. Yekane rê rêxistinbûne. Em ê çareseriyê ji dewletê nepên.”
 
‘Tehemula me nema’
 
Nûnera Federasyona Femînîstên Ciwan Guneş Fadîme Akşahîn jî axivî û got AKP li dijî qetilkirinên jinan çav û gûhê xwe girtiye û got: “Der barê bûyeran de pêvajoya hiqûqî nayê meşandin. Encama vê de bûyer tên jiyîn. Em bi îradeya ku pêşî li van cînayetan bigirin li vir in. Em ê ji wezaretan bêjin; ji ber hûn peywira xwe naynin cih jin tên qetilkirin. Tehemula me ji qetilkirinên jinan re nemaye.”
 
‘Divê em li dijî êrişan bêdeng nemînin’
 
Hevseroka DEM Partî ya Bahçelîevler Fîlîz Peştek jî destnîşan kir ku Ceylan Onkol, Narîn, Leyla, Gulîstan Doku, Ozgecan rastiya wan e û wiha pê de çû: “Li dijî qetilkirina jinan têkoşîna jin dimeşînin riya çareseriyê ye. Desthilatdarî pêşî li qetilkirinên jinan nagire û hewl didin civakek nû biafirîne. Bi jina serî tewandî ya makul îradeya civakê teslîm digirin. Bi polîtîkayên şerê taybet jin û zarok hedef tên girtin. Divê em jin li dijî van êrişan bêdeng nemînin.”