Rojîn hîna winda ye: Wesayitek spî ji gund derbas bûye

  • 09:40 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Memîhan Zeydan
 
WAN - Ev 11 roj in tu agahî ji Rojîn Kabaiş nayê girtin, bavê wê Nîzamettîn Kabaiş, der barê lêgerînê de axivî û bal kişand ser wesayîta spî ya bi guman a ku bi lez û bez ji gund derbas bû û wiha got: “Piştî demekê heman wesayît ji gund derbas bû careke din hatiye gund. Roj û saeta windabûna keça min  û dema derbasbûna wesayîtê heman saet e. Li gund qeydên kamerayan hatin lêkolînkirin. Em êşeke mezin dikişînin, ger wesayit bê dîtin belkî şopek bê dîtin" û xwest li seranserê Tirkiyeyê ji bo Rojînê lêgerîn bê kirin.
 
Xwendekara ZanîngehaYuzuncu Yilê ya Wanê ya 21 salî Rojîn Kabaiş 11 rojin winda ye û 10 roj in lêgerîna lê berdewam dike. Di xebatên lêgerînê de tu encam bi dest nehat xistin û tu şopeke wê hîna jî nehatiye dîtin.
 
Bavê wê Nîzamettîn Kabaiş ê ku 10 roj in agahiyê ji keça xwe nagire, der barê xebatên lêgerînê de nirxandin kir.
 
'Em dixwazin li her derê lêgerîn bê kirin'
 
Nîzamettîn da zanîn ku 9 rojan li peravê ji aliyê gelek ekîban ve xebatên berfireh hatin kirin û got, “Em li vir bûn şahidê xebatên wan ên bi rojan. Min gelek caran gotiye û dema ku walî hat min jê re jî got, divê li gundên derdorê jî lêgerîneke berfireh bê kirin. Ya rastî divê li navçe û bajarên din lêgerînên berfireh bên kirin. Bila li seranserê Tirkiyeyê bê lêgerîn. Dibe ku şopek were dîtin. Li her derê kamera hene. Îro, bi taybetî ji bo dewletê, pir hêsan e ku meriv xwe bigihîne kesek. Ger ku çûbe otêlê an rawestgeha otobusê, dikare were dîtin. Em dixwazin li her derê lêgerîn bê kirin."
 
'Em niha hatine asta têkçûnê'
 
Nîzamettîn da zanîn ku tenê lêgerîna li golê têrê nake û destnîşan kir ku divê li qadên berfireh lêgerîn bê kirin. Nîzamettîn got, “Em daxwaz dikin ku lêgerîn ne tenê li Wanê li her derê bê kirin. Em niha gihîştine asta têkçûnê, tu hêviyek me nemaye. Bi rojan e tu şopek tune ye. Divê heta niha şopek hebûya. Ger ku têra xwe lêgerîn bê kirin divê heta niha şopek hatibûya dîtin."
 
'Şîfreya telefonê hîn jî nehatiye çareser kirin'
 
Nîzamettîn bang li raya giştî kir û xwest ku her kesê Rojînê bibîne bila agahiyê bide wan û got, “Ez dixwazim ji vir jî bang li keça xwe bikim; Keçamin tu me dibînî, ger tu me dibihîzî bersiva me bide. Em xemgînin û êdî taqeta me neêmaye. Carekê li ser şîfreya telefonê gazî min kirin, ji ber ku 10 reqem e di deşîfrekirina şîfreyê de zehmetî kişandine, ji ber wê jî telefon şandin Enqerê. Tu agahî nehatine dayîn ka wan şîfre çareser kiriye yan na."
 
'Wesayîta spî ya bi guman ji gund derbas bû'
 
Nîzamettîn, diyar kir ku jina ji gundê Bardakçi gotiye, di roj û saetên ku Rojîn winda bûye de wesayîteke spî bi lez û bez derbas bûye û wiha got: “Piştî demekê dîsa heman wesayît hatiye gund. Roj û saeta windabûna keça min bi ya derbasbûna wesayîtê re li hev dike. Li gund qeydên kamerayan hatin lêkolînkirin. Em di nava êşeke mezin de ne, ger wesayît bê dîtin belkî agahiyek ji keça min bê girtin. Hem partiyên siyasî hem jî gundiyên derdorê gelek kes beşdarî lêgerîna ji bo keça min dibin. Em jî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dikin. Bi rojan em tenê nehiştin, ji bo pêdiviyên me yên bingehîn alîkariya me kirin."