Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket

  • 09:38 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - Hejmara 251’emîn a Rojnameya Xwebûnê ya heftane bi manşeta “Komplo ne rojek e, pêvajoyek e” derket pêşberî xwînerên xwe. 
 
Rojnameya Xwebûnê bi minasebeta salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, mijara komploya navneteweyî kir manşeta rojnameyê. Rojname bi manşeta “Komplo ne rojek e, pêvajoyek e” derket pêşberî xwînerên xwe. 
 
Parêzer û parazvanê mafên mirovan Mahmut Şakar ji pêvajoya destpêka komployê heta niha geşedanên li Îmraliyê û derve pêş ketine nirxand. Rojnameyê di rûpela JIN’ê de bal kişand ser 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin û girîngiya vê rojê. Nivîskar-rojnamevan Roza Metîna diyar dike ku 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd xwediyê taybetmediyekê ye û wiha dibêje: “Ev roj tê wateya xwedîderketina li ked û mîrateya rojnamegerên jin ên di dîrokê de li berxwe dane û di rêya têkoşîna ji bo azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Loma gelekî girîng e ku em jî wekî rojnamegerên jin ên kurd li wate û armanca vê rojê xwedî derkevin. 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd di heman demê de roja şehadeta rojnamegera nemir Gurbeteli Ersoz e. Gurbeteli tevî zext, zordestî û êrîşên dewletê jî tu carî dev ji pênûsa xwe berneda û çong dananî. Di rêya Gurbetelî de Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî di 7’ê Cotmeha 2023’yan de hat vekirin."
 
Rojnameyê di rûpelên din de jî bal kişand ser hilbijartina li başûrê Kurdistanê, rewşa girtiyan û polîtîkayên girtîgehan.