Pero Dundar:Tecrîd veguherî alava şer û qirkirinê

  • 09:07 29 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
AMED - Parlamentera HDP’ê Pero Dundar diyar kir ku polîtîkayên li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan raste rast bandorê li ser jin û qezencên wan dike û wiha got: “Tecrîd veguherî alava şer û qirkirinê ya kevneşopiya dewletê. Her ku jin li dijî tecrîdê xwe bi rêxistin bikin wê azad bibin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 11’ê îlona 2016’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi parêzeran re, ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî bi heyeta Îmraliyê re nikare hevdîtinan pêk bîne.
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar da zanîn ku tecrîda hatiye ferzkirin, veguheriye rewşek sîstematîk a giran û got tecrîd herî zêde jî bandorê li ser destkeftiyên jinan dike û wiha got: “Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, êrîşên li hemberî têkoşîna jinê jî kûr kiriye.”
 
‘Herî zêde jin bi bandor dibin’
 
Pero bi lêv kir ku yên herî zêde ji tecrîda Îmraliyê bi bandor dibin jin in û wiha got: “Tecrîd bi giştî li jinan hatiye ferzkirin. Ji îrade, nasname, destkeftî û azadiya jinan bigire heta her qadê xistiye bin bandora xwe. Tecrîda li ser Birêz Ocalan êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan jî kûr kiriye. Tecrîd û şîdeta li ser jinan nikare ji hev cuda bên destgirtin. Ev ne tesaduf e û polîtîkayek cidî ye. Divê hemû jin li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Abdullah Ocalan yek ji kesên herî bi bandor ê têkoşîna azadiya jinan diparêze ye. Ji ber vê jî jin di her rewşê de wê ji tecrîdê bi bandor bibin.”
 
‘Aştî û aramî di azadiya Abdullah Ocalan de derbas dibe’
 
Pero bi lêv kir ku dîlgirtina hatiye ferzkirin divê tenê wek tecrîd neyê dîtin û wiha got: “Tecrîd bûye alava şer û qirkirinê ya kevneşopiya dewletê. Tecrîd veguhertine zexta civakî. Di tecrîdê de israr, di qirkirin û şer de israr e. Riya aştî û aramiyê di azadiya Abdullah Ocalan de derbas dibe.Divê jin xwe rêxistin bikin û dawî li tecrîdê bînin.”