Meral Daniş: Der barê ku feraseta tifaqê deriziye de tu dane tune ye

  • 09:10 27 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş krîza tifaqa di navbera AKP û MHP’ê de nirxand û diyar kir ku her du partî di nokteya ferasetê de nakeve naqokiyan û wiha got: “Kes naxwaze parsela ku dikare bigire bide kesek din. Pevçûnek berjewendiyê ya wan heye. Lê di tifaqa wan de derizînek tune.”
 
Serokomar Tayyîp Erdogan û serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî diyar kirin ku di hilbijartinên herêmî de wê tifaqê çênekin, daxuyaniyên ku ‘tifaqa Cumhur wê bidome’ hatin dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş nîqaşên tifaqê nirxandin û got ku tifaqa AKP-MHP’ê tu car fêdeyê nade civakê û ev tifaq li ser mirin û şer hatiye avakirin. Meralê wiha axivî: “Di bin navê tifaqê de her roj bi bi hev re di bin navê ‘tifaqê de’ ketin pêşbirkê. Di polîtîkaya Rojhilata Navîn de û têkiliyê navneteweyî de jî pisgirêkên cidî didomin. Divê ev bê dîtin.”
 
‘MHP nebû AKP,AKP bû MHP’
 
Meralê di berdewamiyê de der barê nîqaşên ku tifaq xera bûye an na de wiha got: “Tifaqek li ser rêgeza hatiye avakirin tune. Ji ber tifaqek ne ji bo fêdeya civakê ye, her du partiyan jî gotin emê çawa dikaribin xwe li ser vê tifaqê heyî bikin û xwe zêdetir xurt bikin. Ev tifaq ji bo xwe kirin. Yanî ne ji bo berjewendiya civakê. Niha jî kêm be jî tifaqa wan ketiye naqokiyan. Emê vê rojên pêş de baş bibînin. Di esasê de di ferasetê de naqokî tune ye. Dema nû tifaq ava bû jî min anî ziman. MHP nebû AKP, AKP bû MHP. Kes naxwaze parsela xwe bi yeke din bide xwarin. Yanî niha pevçûnek berjewendiyê heye lê di alî ku di tifaqê de derizînek heye de tu dane tune.”
 
‘Li holê şantaj an jî bazar heye’
 
Meralê balkişand ser pêşnûmeya der barê kesên teqawîtbûna wan ketiye ber temen û wiha domand: “MHP’ê ewil got erê piştre qebûl nekir. Gelo di pêvajoyek kûrt de bazarek çawa çêbû. Çima pêşniyara avakirina komîsyonê şûnde hat kişandin. Di vê mijarê de çi lîstik çêdibe em nizanin. Çend tişt hene. Ya li holê şantajek heye yan jî bazarek heye. AKP’ê ji MHP’ê re got çi?”