Di rojnameya fermî de dîroka hilbijartinên herêmî hate weşandin

  • 12:54 26 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
ENQERE-YSK'yê biryara  hilbijartinên herêmî di rojnameya fermî de weşand.
 
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryara hilbijartinên herêmî di rojnameya fermî de weşand. Li gorî vê biryarê dê  hilbijartinên herêmî di 31'ê Adara 2019'an de pêk bên. Li gel aşkerekirina dîroka hilbijartina herêmî mijara miraqê ye ku partiyên sîyasî  li herêman  ji bo hevşaredariyê kîjan namzetan nîşan bide.