Divê li şaredariyan yekineyên wekheviyê bên avakirin

  • 09:14 20 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Aktîvîsta Kaos GL Seçîn Tuncel diyar kie ku ew dixwazin bi rêgeha wekheviyê tevlî rêveberiyên herêmî bibin lê, pergala tund a Tirkiyeyê li pêş vê asteng e û got divê li şaredariyan yekîneyên wekhev ên ku mirov dikarin nêrînên xwe jê re bêjin bên avakirin.
 
Aktîvîstên Kaos Gl der derbarê hilbijartinên herêmî de axivîn û rêbazên têkoşînê ya li dijî newekheviya hemberî nasname zayendî ya di rêveberiyên herêmî de û di qadên rêveberiyên herêmî de daxwazên LGBTÎ’yan çi ye vegotin.
 
Seçîn Tuncel got ger tê xwestin li Tirkiyeyê demokrasî bê avakirin divê rêveberî bên xurtkirin û wiha got: “Em hewl didin tevlî xebatên butçe û plana stratejîk a şaredariyan bibin. Di rêziknameya hundir a şaredariyê de xalên derbarê newekheviyê de tune bin, divê lê bên zêdekirin û divê xalên nasnameya zayendî û zayendê bên zêdekirin. Ger komîsyonên wekheviya zayendî hebin divê di nav de mijarên LGBTÎ derbas bin û tune bin jî divê yekîneyên wekheviyê di şaredariyan de bên avakirin.”
 
‘Em dixwazin LGBTÎ wek sazî bê qebûlkirin’
 
Seçînê her wiha destnîşan kir ku yek ji daxwaza wan a herî girîng ev e ku LGBTÎ bên nasîn û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku ligel yekîneyan xizmet jî li gorî vê bên sererastkirin. Ya girîng ev e ku LGBTÎ wek sazî bê qebûlkirin. Mînak kesekî ku mafê LGBTÎ diparêze bê hilbijartin.”
 
Aktîvîst Murat Koylu jî bi lêv kir ku divê di rêveberiyên herêmî de her kes mafê xwe bîne rojevê û tevlî mekanîznameyê biryarê bibin. Murat wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku ev mekanîzma dibin navend kes nikare xwe bigihînê. Li Tirkiyeyê derfetên girtina biryarê û di cih de bi rêvebirin pir qels e. Ne tenê LGBTÎ ji siyaseta navendî jî gelek kes hatine mexdûrkirin. Em di pêvajoyek wisa de derbas dibin.”