Hamîde Yîgît: Mutabakata Îdlîbê wê wek karaset li Tirkiyeyê vegere

  • 09:09 19 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn Nivîskar Hamîde Yîgît, diyar kir ku mutabakata bi Rusyayê re di mijara Îdlîbê de hatiye kirin wê wek kareset li Tirkiyeyê vegere û got pêvajoyek bi krîz û pirsgirêk wê dest pê bike. Hamîdeyê der barê krîza rahîb Andrew Brunson jî wiha got: “Mijar, ne mijara Brunson an jî daraza Tirkiyeyê ya serbixwe an jî ne serbixwe ye. Ji bilî wê hinek lîstik tên lîstin.”
 
Operasyona ku Artêşa Sûriyeyê xwest li dijî Îdlîbê pêk bîne, bi mutabakata Soçî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hat îmzekirin de hat taloqkirin. Lê tevî vê mutabakatê jî komên selefî ji Îdlîbê venekişiyan.
 
Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yîgît, rewşa dawî ya li Îdlîb û berdana Rahîp Andrew Brunson nirxan.
 
‘Bi El Qaîdeyiyan çek danîn wisa ne hêsan e’
 
Hamîdeyê bi lêv kir ku li gorî mutabakatê heta 15’ê cotmehê divê komên selefî vekişyane, lê ji serî de diyar bûn ku Tirkiye heta 15’ê cotmehê nikare vê çareser bike û wiha got: “Yên qebûl kirin ku bila vekişin herêma bê çek ji xwe Tirkiye bû. Tirkiyeyê ev di bin navê ‘Artêşa neteweyî ya Sûriyeyê’ de ji nû ve di bin rêxistinê de kom kir. Der barê van de vekişînek bi lez dikare bibe lê pirsgirêka esas ev e ku bi komên El Qaîdeyê çek danîn wisa ne hêsan e.”
 
Hamîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev kom çek berdanê red dikin û ‘şerê cîhadê’ berdewam dikin û ev tişt anî ziman: "Piştî 15 rojan çi dem tê dayîn bila bê dayîn, ez texmîn dikim ku ji bo Tirkiyeyê jî dem bê dayîn. Tirkiye çiqas demê dirêj dike bila bike dîsa jî wê bi ser nekeve. Yanî pêvajoya bi pevçûn a esas wê di rojên din de zelal bibe. Wê dem bê dayîn ji ber berpirsyariya Tirkiyeyê girtiye ser xwe pir cidî ye û wê li Tirkiyeyê jî wek karaset vegere. Ji ber vê heta dikare bila demê bide. Lê wê pêvajoyek bi krîz û pirsgirêk be."
 
Hamîdeyê her wiha got pêvajo li gorî bendewariyên Rûsya, Suriye û Îranê tên jiyîn û got di pêvajoya pêş dikare zehmetî pêk bên û di alî Sûriyeyê de dikare pêvajoyek bi krîz bê destpêkirin.
 
‘Mijar ne Brunson e, ji Tirkiyeyê tavîz tê xwestin’
 
Hamîdeyê der barê rahîb Andrew Brunson de jî ev tişt got: “Mijar ne mijara têkildarî Brunson e. Di destên wan de kozên xurt hebûn. An jî dikarîbûn ev pêngav beriya hilbijartinê bikira û hema berda. Ji ber daraza Tirkiyeyê wisa ne serbixwe ye. Girêdayî talîmata ji Qesrê tê ye. Ji ber vê jî ez nikarim bêjim ku DYA ji bo Brunson bê berdan, li hember Tirkiyeyê operasyon dest pê kiriye. Mijar, ne mijara Brunson an jî daraza Tirkiyeyê ya serbixwe an jî ne serbixwe ye. Ji bilî wê hinek lîstik tên lîstin.”