‘Polîtîkayên cemawerî di alî guherînê de pir girîng in’

  • 09:05 17 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
Sîbel Ozalp
 
ÎZMÎR - Seroka Konseya Bajar a Karabaglar Nazîk Işik diyar kir ku di rojeva jinên li herêman dixebitin de her tim rojeva welat heye û ji ber vê yekê jî bandorek neyînî çê dibe û got: “Ger di rojevê de mijarek girîng a wek demokrasiyê hebe wê demê mijara jinê tê çewisandin. Ji bo aştiyê xebatek hebe ji jinê tê xwestin ku bixebitin. Lê nayê payîn ku jin ji bo xwe bixebitin.” 
 
Seroka CHP’ê ya Konseya Bajar a Karabaglar a Îzmîrê Seniye Nazîk Işik balkişand ser rewşa jinan a rêveberiyên herêmî û da zanîn ku ligel nasnameya jinên hatine hilbijartin, kesayeta wan a ew kî ne jî pir girîng e.
 
Nazîk der barê xebatên avakirina komîsyona wekheviya jin û mêr a meclîsên navçe û Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de jî axivî û got: “Ew komîsyoneke di bin komîsyonek din de butçe girtine ye. Yanî komîsyonek ku ewraq sewqî wê nayê kirin e. Di daxwaz û bendewariyan de di rojên taybet û hefteyan de teqez mafê gotinan digirin. Di bernameyên taybet ên şaredariyê de jin komên jinan ên hestiyar tînin şaredariyê. Ji bo xwe xurt bikin kar dikin. Bêguman ev pêngav bi pêngav pêk tê. Ji ber ku ger mijarek girîng a wek demokrasiyê di rojevê de hebe ev mijarên jinan diçewisîne û nahêlin jin ji bo afirandina qada jiyanê xebata bimeşînin.”
 
‘Polîtîkayên cemawerî di alî guherînê de pir girîng in’
 
Nazîk destnîşan kir ku ger bêhestyarî bê sekinandin jî polîtîkayên cemawerî jî tenê di dîtbarî de hene û polîtîkayên cemawerî di alî guherînê de pir girîng in.
 
Nazîk pergala hevserokatiyê jî nirxand û diyar kir ku ew vê yekê gelek erênî dibîne û got ev pêkanîn ji bilî HDP’ê ji aliyê partiyên din ve jî tên nîqaşkirin.