Di bin çavan de heqeret: Emê we bibin stargeha sewalan

  • 09:03 15 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
AMED-Belavkara Rojnameya Yenî Yaşam Hayat Ozmez ku di çarçoveya operasyona navenda wê Amed bû de hat binçavkirin û piştre hat berdan, diyar kir ku polîsan di binçavan de gotine ‘Em ê we bibin stargeha sewalan’ û bi lêv kir ku ew rastî binpêkirinên mafan yên cidî hatine.
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê 151 kesî de di 9’ê cotmehê de saetên sibehê de li 200 navnîşanî hember rojnameger û siyasetmedaran serdegirtina malan ya hevdem pêk hat. Di nav de ronameger jî heye 141 kes hatin binçavkirin. Di nav de rojnameger Kîbriye Evren jî heye 25 kes hatin girtin. Belavkara rojnameya Yenî Yaşam Hayat Ozmez ku ew jî hat binçavkirin û piştre hat berdan, tiştên di bin çavan de jiya vegot.
 
‘Zarokê min li erdê dirêj kirin û pêlê serî wî kirin’
 
Hayatê daxuyakirin ku ji aliyê polîsan ve rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk hatine û wiha pê de çû: “Dema hatin malê beyî li derî bixin dest bi şikandina derî kirin. Ez şiyar bûm çûm ber derî. Min got neşkînin ez vedikim. Tevî vê derî şikadin û ketin hundir. Zarok û hevalên min ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Zarokê min yê 10 salî li erdê dirêj kirin û pêlê serê wî kirin. Destê min berovajî kelepçekirin û li erdê dirêj kirin. Saeta li dîwar parçe parçe kirin. Zarokên min di bin çavan de li hember heqeretan dest bi girî kirin. Zarokên min gelek bi bandor bûn.”
 
Hayatê bi lêv kir ku di lêgerîna malê de yek ji alavên makyajê pênûsa çavan, ji aliyê polîsan ve wek barut kirine girtekan û got tişta wek barut nivîsîn pênûsa çavan bûye û wan bi israr barut nivîsîne.
 
‘Emê we bibin stargeha sewalan’
 
Hayatê destnîşan kir ku polîsan bi taybet li emniyetê li hember jinan şîdet û zext pêk aniye û got: “Amîrê polîsan ji polîsan re got ‘vana bibin stargeha sewalan’. Piştî vê polîsan got ‘emê wek bibin stargeha sewalan. Li dijî vê jinan bertekên tund nîşan dan.” Hayatê di dawiya axaftina xwe de got armanca binçavkirinan, amadekariyên rêveberiyên herêmî ne û bi lêv kir ku wê tu car ji têkoşîna xwe tavîz nedin.