'Bi operasyonên binçavkirinê amadekariya hilbijartinê dikin'

  • 10:41 11 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
Şehriban Aslan
 
AMED - Pero Dundar a HDP'yî derbarê biçavkirina 100 kesî de anî ziman ku bi operasyonên binçavkirinê amadekariya hilbijartinê dikin.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar derbarê qirkirina siyasî ya dawiyê de got:"Ev operasyonan bi taybet jinê û rojnamegeran hedef digire."
 
Peroyê da zanîn ku îktidar jinan ji xwe re wekî asteng dibîne û rojnameger jî ji bo ku gel rastiyê hîn nebe, tên binçavkirin. 
 
Peroyê diyar kir ku ev operasyona tolhildana 24'ê Hezîranê ye û got:"Tifaqa AKP û MHP'ê ji bo HDP'ê têk bibe polîtîkayên qirêj dimeşînin. Ev operasyona di dîroka 9'ê Cotmehê de hat kirin ev yek ne tesaduf e."
 
'Îktidar jinan ji xwe re asteng dibînin'
 
Peroyê wiha dewam kir:"Kesên ku hatine girtin nêvî jê jin in. Ji ber ku jin serî natewînin hedef tên girtin. Îktidar jinan ji xwe re asteng dibînin."
 
Peroyê bal kişand ser êrîşa ku li ser mala Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat kirin û  got:"Dizanin ku Leyla Guven di girtîgehê de ye lê êrîşî mala wê dikin, deriyê wê dişkînin. Ev operasyonên ku tên kirin jî li ser esasên derewan tên kirin. Ev êrşên ku tên kirin di heman demê de li ser îradeya hemû gelan tê kirin. Divê hemû kes li dijî van operasyonan derkevin."
 
'Dixwazin dengê gelan bidin sekinandin'
 
Peroyê herî dawî wiha got:"Di heman demê de çapemeniya jinê çapemeniya Kurd hedef hat girtin. Rojnamegerên ku dengê gelê Kurd li cîhanê belav dikir hatin girtin. Dixwazin di şexsê rojnamegeran de dengê gelan bidin sekinandin. Divê çapemeniya cîhanê jî piştgiriyê bide rojnamegerên Kurd."