Tulay Hatîmogullari: Ji bo hilbijartinên herêmî dikare tifaq bên kirin

  • 09:09 11 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di pêvajoyeke ku krîza aborî tê jiyîn û maf û azadî hatine tunekirin de, divê hilbijartinên herêmî tenê wek refleksa herêmî neyê dîtin û wek partî dikarin tifaqên rêgezî bikin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku bi destkefiya di hilbijartinên herêmî de bi dest bixin wê bersivê bidin hilbijartinan.
 
Tulayê bi lêv kir ku hilbijartinên herêmî yek ji rojeva herî girîng a siyasî ya Edenê ye û wiha got: “Tevî tifaqên hilbijartinê destilatdariyê bi zor hilbijartin girt. Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de bi nelêrêtiyê hilbijartin derbas kir. Bi vê hilbijartinê re pêvajoyek girîng ya hilbijartinê ya piştgirî dan rejîma yek kesî hat jiyîn. Di hilbijartinên giştî de tabloya derket holê hêvî da her kesî li alî aştî û edeletê. Di vê hilbijartinê de me carek din dît ku nîvê Tirkiyeyê li dijî desthilatdariyê ye.”
 
‘Hemû aliyên muxalîf dikarin tifaqên rêgezî bikin’
 
Tulayê destnîşan kir ku wek HDP dikarin bi hemû aliyên muxalîf yên li Tirkiyeyê dijîn re tifaqên rêgezî bikin û ev tişt bi lêv kir: “Tirkiyeya dixwaze ji rejîma yek kesî, dîktatoriya faşîst xilas bibe, li dijî krîza aborî ya tê jiyîn, hilbijartinê wek refleksek herêmî bibîne wê ev kêm bimîne. HDP wê ji cihê ku vê tabloya siyasî analîz bike, tevbigere. Di civînên MYK-PM de wê bi giranî nîqaşên hevkariya bi muxalefetê re bê kirin. Piştgiriya odeyên pîşeyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîkayan jî girînge. Ji ber vê di pêvajoya pêş de li Edeneyê wê nîqaşên rêveberiyên herêmî bê kirin. Partiya me di nav xwe de ev nîqaş dane destpêkirin. Hedefa me ya esas wê çi be?Bi kîkan aliyan re wê tifaq bê avakirin? Wê li ser kîjan zemîn û rêgezan tifaq pêk bên?Ji bo bersivên vê me xebat dane destpêkirin. Di rojên mey ê pêş de emê agahiyên zelal bi raya giştî re parve bikin.”