'Dê rewşa Aysel Tugluk di 16'ê Îlonê de bê nirxandin'

  • 15:22 15 Îlon 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ku di bernameyeke televîzyonê de pirs bersivandin, diyar kir ku ew ê rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya Demansê ye di 16'ê Îlonê de binirxînin. 
 
Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, ê di bernameya televîzonê de, derbarê rewşa girtiyan nexweş de pirsên rojnamegeran bersivandin.
 
Bekîr Bozdag diyar kir ku derbarê girtiyên nexweş de pêdivî bi sererastkirinê heye û got ku di vî warî de xebatên ku dikin hene. Herwiha Bekîr Bozdag diyar kir ku ew ê rewşa siyasetmedara girtî ya li Girtîgeha Tîpa F Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye jî di 16'ê Îlonê de binirxînin.