‘AKP muftiyan wek mîlîtanê zîhniyeta serdest dibîne’

  • 09:08 6 Îlon 2022
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Ji Buroya Jinan a TÎP’ê ya Îzmîrê Hazal Çakmak da zanîn ku muftiyên girêdayê Diyanetê ji bo xebatên hilbijartinê hatine gazîkirin û civîn pê re hatine girtin û got: “Ev rewş tê wateya ku sînorên navbera dewlet û AKP’ê hatine rakirin. AKP muftiyan wek mîlîtanên zîhniyeta serdest ya mêr dibînin.”
 
Wezareta Karê Diyanetê di 15’ê tebaxê de bi awayekî lezîng muftî kom kirin û hat îdiakirin ku der barê hilbijartinan de wiha gotine "Ji hilbijartinan re 9 meh maye, bila her kes dakevin qadan, xebatan bimeşînin. Em qezenc bikin em ê bi hev re qezenc bikin, winda bikin jî wê bi hev re winda bikin. Divê em hilbijartinan winda nekin."
 
Ji Buroya Jinan a Partiya Karkeran a Îzmîrê Hazal Çakmak der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Sînorên navbera dewlet û AKP’ê de hatiye rakirinê ye’
 
Hazalê da zanîn ku ewil beyî ku bê diyarkirin muftî hatine komkirin, di civîna pêk anîn de der barê hilbijartinê de banga ‘hewce bike em ê mal bi mal bigerin’ kirine û hinek muftiyan ev îfşa kirine. Hazalê wiha daxuyand: “Ji biryarên şexsî yên muftiyan serbixwe di vê mijarê de bang li oldaran tê kirin û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em Buroya Jinan a Partiya Karkeran a Tirkiyeyêvê pêkanîna der barê hilbijartinê de qebûl nakin, bi tu awayî peywir nikare ji bo memur bê dayîn.  Ev jî nîşan dide ku sînorên navbera dewlet û desthilatdariyê hatiye rakirin, AKP ji sînorên siyasî wêdetir, veguhertiye rejîmekê.”
 
‘AKP wek mîlîtan dibîne’
 
Hazalên her wiha ev tişt anî ziman: “Di xebatên hilbijartinê de dixwazin oldaran bikin tevgerê. Ev jî tê wateya ku deshtilatdariya AKP’ê bi awayekî aşkera dewlta hiqûqî û rêgezên laîkbûnê binpê dike. Rêgeza laîkbûnê, ewlehiya mafê jiyana jinan, beden, hebûna cemawerî, perwerde û xebatê ye. Rejîma AKP’ê dixwaze zîhniyeta xwe ya paşverû bi destê muftiyan belav bike.  Muftiyan wek milîtanê zîhniyeta serdest nîşan didin, wek memdurên kadroyî yên zîhniyeta serdest dibînin. Bi destên van kesan cih û peywira jinan bi venasîna ‘jina makul’ bi riya waazan bi teşe dikin. Jinan di bin navê ‘xizan e lê makule’ hepsê sînoran dike.”
 
‘Çavkanî ji bo qirkirina zayendê tê xerckirin’
 
Hazalê her wiha di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku AKP di pêvajoyên hilbijartinê de dibe partiyeke siyasî ya dewletbûyî û wiha dawî lê anî: “Çavkaniyên ji bo propagandayê bikar tîne, ji şert û mercên jiyana jinan, ji qadên îstîhdama jinan, ji kreş, malên lênerîn, dibistanan tên dizîn. Li vî welatî bi sedsalane jin bi hincetên cuda tên kuştin û bi şîdet û zextê jiyana jinan dikin bin kontrolê. Çavkaniyên dewletê û gel bi destê oldaran ji bo qirkirina zayendê, şîdet û zextê tê bikaranîn. Ev zîhniyeta paşverû nikare bê qebûlkirin.”