Komîsyona Amadekar biryar da ku parlamenteriya Salîha bê bidawîkirin

  • 14:44 6 Tîrmeh 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Ji Komîsyona Amadekar a Meclîsê, biryara “bidawîkirina parlamenteriya” Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz derket. 
 
Civîna Komîsyona Amadekar a ji aliye Komîsyona Makeqanûnê û Edaletê ya Meclîsê ve hate avakirin a ji bo bidawîkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz bi dawî bû. Civîna ku nêzî 2 saetan dewam kir, di bin serokatiya Alî Ozkaya yê AKP'yî de dewam kir. Di civînê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Koç, Parlamenterê CHP'ê Rafet Zeybek û Parlamenterên AKP'ê Emîne Zeybek û Orhan Kircali amade bûn.
 
‘Helwest siyasî ye’
 
Parlamenterê HDP’ê Abdûllah Koç di parastina xwe ya nêzî saetekê berdewam kir de, diyar kir ku helwesta li dijî Salîha Aydenîz siyasî ye, divê ji aliye hiqûqî ve parlamenteriya wê wê neye bidawîkirin û wiha got: “Dîmenên mûameleya nebaş ên li dijî parlamentera me li dosyayê zêde nekirine. Me dît ku li Tirkiyeyê careke din demokrasî li ber çavan negirtine, dema gotûbehs dibe bidawîkirina parlamnteriya parlamenterên HDP’ê demokrasî nîne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bînin ziman ku pêkanînên niha li dijî hiqûqê ne.”
 
Rafet Zeybek ê li ser navê CHP’ê mafê axaftinê girt jî diyar kir ku divê bi fezlekeyên tên amadekirin re bidawîkirina »arlamenteriya parlamenteran neyê kirin û dengê red bi karanî. Piştî hevdîtinên di komîsyonan de li dijî 3 parlamenterên AKP’ê du dengên red hatin bikaranîn. Bi dengen parlamenterên AKP’ê, ji bo bidawîkirina parlamenteriyê Salîha Aydenîz raporek hate amadekirin. 
 
Wê çi bibe?
 
Komîsyona Amadekar tevî şerhên muxalefetê rapora ku wê ji bo “bidawîkirina parlamenteriyê” amade bike, dê pêşkeşî Komîsyona Têkel bike. Komîsyona Têkel wê roja hatiye diyarkirin li hev bicive û raporê nîqaş bike. Di dema hevdîtinên raporê de wê an ji Aydenîzê an jî parlamentereke ku wê diyar kiribe parastin bê wergirtin. Heke Komîsyona Têkel biryara “bidawîkirina parlamenteryê” bide, wê pêvajo dewrî Lijneya Giştî were kirin.