Ewropayiyên beşdarî kongreya HDP'ê bûn: Pêdivî bi azadiya Ocalan heye

  • 11:42 4 Tîrmeh 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera Partiya Yekîtiya Gelan (CUP) a Katalan Requanti Cura ya beşdarî kongreya HDP'ê bû wiha got:"Ji bo azadiyê û mafên mirovan pêdivî bi azadiya Ocalan heye. Her wiha pêdivî bi berdana girtiyên siyasî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine girtin, heye."
 
5'emîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coşeke mezin li Eywmana Werzîşê ya Enqereyê pêk hat. Bi hezaran aktivîst parlamenter ji Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdar bûn. Bi hezaran kesî bi dirûşmên xwe bal kişandin ser çareserkirina pirsgirêka kurd. Heyetên navneteweyî atmosfera kongreyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. 
 
'Gelê Kurd hêviya xwe diparêze'
 
Parlamentera Partiya Yekîtiya Gelan (CUP) a Katalan Requanti Cura ya beşdarî kongreya HDP'ê bû da zanîn baweriya wan a bi hêviya Gelê Kurd û guhertina hinek tiştan heye û wiha got:"Ji bo mirov li dijî dîktatortiyeke wiha bisekine tiştê herî girîng hêvî ye. Bi hezaran mirov li vir kom bûne û dibêjin em ê vê pêvajoyê biguherin. Ev bi qîmet e. Li vir peyama hevserokan ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê ji bo arenaya navneteweyî jî gelekî girîng e. "
 
'Divê Ocalan demildest serbest bê berdan'
 
Hevseroka Partiya Çep a Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewan bal kişand ser azadiya Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir:"Tenê di çend salên dawî de bi hezaran HDP'yî hatin girtin. Bi hezaran mirov şandin surgunê. Divê demildest ev siyaseta li Tirkiyeyê bê guhertin. Divê Ocalan demildest serbest bê berdan."