Heyetên ku ji Ewropayê tevli kongreyê bûn: Me ruhê Gelê Kurd dît

  • 12:39 3 Tîrmeh 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera Partiya Antî Kapîtalîst Mireille Court ku ji Fransayê hat Kongreya HDP'ê  got, "Tevî zext û zoriyên Tirkiyeyê jî di kongreyê de me rûhê Gelê Kurd dît."
 
Li gel tevlîbûna xurt a ji Tirkiye û bajarên herêmê ji bo 5'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên partiyên siyasî, sefaretxane û aktîvîstên Ewropa û Rojhilata Navîn jî beşdarî kongreyê bûn. Kesên ji welatên Ewropayê hatin kongreyê der barê coşa li salonê de nirxandin kirin.
 
'Ev girse ruhê Gelê Kurd nîşan dide'
 
Parlamentera Partiya Antî-Kapîtalîst a Fransayê Mireille Court, diyar kir ku ew bi beşdarbûna 5'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê kêfxweş in. Mireille got, “Rûberbûna girseyeke bi vî rengî, tevî zextên dewleta Tirk, ruhê Gelê Kurd nîşanî me dide. Em li vir in ku bi HDP’ê re bibin yek û nîşanî HDP’ê bidin ku li hemberî van zextan ne bi tenê ye. Em ê bi HDP’ê re hevkariya xwe bidomînin.”
 
'Li gel zextên Erdogan jî gel bi hêvî ye'
 
Parlamenterê Partiya Baskê BILDU Îgor Zulaîka ku ji Spanyayê hatiye, diyar kir ku ew çend roj in li Tirkiyeyê ye. Îgor da zanîn ku di pêvajoyeke bi vî rengî de mil bi mil wê bi HDP'ê re bin wiha got: “Di vir de dîtina vê kelecanê îlhamek e. Tevî hemû zextên hikûmeta Erdogan jî gel bi coş û bi hêvî ye. Gelê Bask ku zordestiya her du hikûmetên Fransa û Spanyayê baş dizane, li kêleka Gelê Kurd û gelên Tirk ên berxwedêr radiweste. Partiyên me weke partiyên dijqanûnî hat girtin. Bi dehan siyasetmedarên me avêtin girtîgehan. Di vê wateyê de ji bo me gelekî girîng e ku em piştgiriyê bidin HDP'a ku heman zext lê hatiye kirin û li vir ji Gelê Kurd re bêjin 'Hûn ne bi tenê ne'. Ez hêvî dikim ku HDP di salên pêş de serkeftinên mezin bi dest bixe. Em li cem HDP'ê ne."
 
'Em dixwazin ji girtiyan re kampanya nameyan bidin destpêkirin'
 
Îgor, anî ziman ku piştî ji Tirkiyeyê vegerin dê kampanya nameya ji bo girtiyan li welatên xwe bidin destpêkirin û bi cih bînin û der barê detayên kampanyayê de ev agahî parve kir: “Ev demeke dirêj bû me dixwest em kampanyaya nameyan bidin destpêkirin. ji bo girtiyên siyasî ên kurd ên li Tirkiyeyê, me hin amadekariyên vê yekê dikirin. Gelek girtiyên me yên siyasî jî hene, lewma em baş dizanin ku qîmeta nameyan ji bo girtiyan çi ye  Weke enternasyonalîst, ev tiştekî teqez divê bê kirine. Yekane partiya ku dikare Tirkiyeyê demokratîk bike HDP ye. Ji ber vê yekê divê em têkoşînê bilind bikin, ji ber ku kes wê ji bo me neke. Di vê têkoşînê de em ê heta dawiyê mil bidin HDP'ê.”
 
'Gel li dijî tîranatiyê azadiya xwe diparêze'
 
Parlamentera Partiya Çep a Komarî Meritxell Serret a ji Katalonyayê hat jî diyar kir ku ji bo di rojên dijwar ên HDP'ê de hevgirtinê nîşan bidin di kongreyê cih girtine. Meritxell got, “HDP ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe. Ev têkoşîneke ku em wek Katalan jî didine. Em HDP û rewşa ku tê de ye baş fêm dikin. Dîtina vê hêzê, ev heyecana li vir îlhamê dide me. Li vir em hêza demokrasiyê dibînin. Xweş e ku mirov bi hev re bin. Em ê nehêlin kesên ku li dijî zaliman azadiya xwe diparêzin bên sûcdarkirin. Têkoşîna HDP’ê jî têkoşîna me ye. Yên dixwazin hêza gel bibînin bila li vê salonê binêrin. Em dikarin hemû azadiyên xwe bi dest bixin, azadiya derbirînê jî di nav de, bi xebatên hevpar, demokratîk bi dest bixin. Divê Gelê Kurd bi xwe û potansiyela xwe serbilind be. Em di wê baweriyê de ne ku ev hêz wê bi ser keve, HDP bi ser bikeve û li Tirkiyeyê guhertina pêwîst pêk bîne. Ji bo gelek welatên cîhanê ku ji bo azadiya xwe têdikoşin hûn îlhamek in."