Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Dawiya rê xwiya kir, hûn ê herin

  • 10:31 16 Hezîran 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu di bernameyeke televizyonê de Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervin Buldan kiribû hedef. Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya bertek nîşanî vê yekê da wiha got:"Dawiya rê xwiya kir, hûn ê herin."
 
Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu di bernameyeke televizyonê de Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervin Buldan kiribû hedef. Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê mijarê de daxuyanî weşand. 
 
HDP û Hevserokên DBP'ê kirin hedef
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin Suleyman Soylu HDP û Hevserokên DBP'ê kirine hedef û hat gotin:"Suleyman Soylu Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan kir hedef û yekî ku xwe wekî karê televizyonê dike, dibîne vê yekê pesend dike. Di heman demê de jî Saliha Aydeniz kiriye hedef û piştre jî Serokomar talîmat da darazê û gef lê da xwarin. Em van êrişana di heman demê de wekî êrişên li dijî hemû jinan qebûldikin."
 
'Dawiya rê xwiya kir, hûn ê herin'
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku paldanka Suleyman Soylu kil dibe loma jî dixwaze hedefê şaş bike û wiha hat gotin:"Lê ev ev hewldana nafîle ye. Em gotinên şexsiyetekî destên wî li her sûcî geriyaye rewa nabînin. Ev kes wekî Wezîrê Karê Sûc dixebite. Em ê wekî jin li meclîs, kuçe, mali li cihê kar hesab ji kesên jinan dikin hedef pirs bikin. Dawiya rê xwiya kir, hûn ê herin."