Îlham Ehmed: Tirkiye qanûnên navdewletî binpê dike

  • 12:13 11 Hezîran 2022
  • Ramyarî
NAVENDAN NÛÇEYAN - Rêvebera Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, da zanîn ku Tirkiye ne tenê li Sûriyeyê zagonan bin pê dike, li gelek welatan qanûnên navdewletî jî bin pê dike û got: "Tirkiyeya ku endamê NATO’yê, li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Bêdengiya navneteweyî jî bi rastî ecêb e."
 
Êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, plansaziya ku tê kirin û hewldanan navneteweyî bandorê li tevahiya siyasetê dike. Rêvebera Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ji ajansa jinan a NuJINHA'yê re axivî û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
'Plana Tirkiyeyê ne nû ne'
 
Îlham, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û plansaziya Dewleta Tirk got: "Rewşa heyî ya tevahî, Rojhilata Navîn wekî ku xuya dike şer e. Ji ber ku rejîmên desthilatdar hişk in û ji guhertin û demokrasiyê re vekirî nîn in. Plana Tirkiyeyê ne nû ye, planeke kevn e ku bi bêdengî li ser dixebitî, bi taybetî li navçeyên Tirkiye û Rojavayê Firatê, bi salan e dewleta Tirk li ser wê yekê dixebitî ku pêkhateya kurd ji wan deran derbixe tirkan li şûna wan bi cih bike. Li Sûriyeyê jî Tirkiye heman planê dişopîne û gelên resen ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçber dike. Li şûna wan gelên ji pêkhateyên din ên ku dibe Tirkmen û Ereb bin, bi cih bike. Piraniya wan ji aliyê komên tundrew ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve, hatine girtin û hinek ji wan ji Deraa, Gûta û deverên din ên Sûriyeyê bi zorê anîne, yên ku îro li wan deveran hene, naxwazin bimînin û dixwazin vegerin bajarên xwe."
 
'Li gorî armancên xwe penabaran bikartînin' 
 
Îlhan, wiha bal kişand ser hejmara penaberan a li Tirkiyeyê bi cih bûye: "Milyonek Sûriyeyiyan ji Tirkiyeyê dê bîne û wan deran bi cih bike. Tirkiye bêguman wan ji bo bicihanîna berjewendiyên xwe, çi leşkerî, çi siyasî û aborî, li welatên ku ew dike armanc, Iraq û Sûriyeyê bi kar bîne, ji bo vê yekê wan tecrîd dike. Ji ber vê yekê ev wargeh kengê bixwaze dê di xizmeta dewleta Tirk de bin û Tirkiye xwedî armancên kolonyalîst e. Ji ber ku vedigere planên xwe yên kevn ên ku berê di nav Tûgayên Hemîdiyeyê de bi cih bûne û niha jî heman siyasetê dike."
 
'Li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin'
 
Îlhan, derbarê bêdengiya civaka navdewletî jî wiha şîrove kir: "Tirkiye ne tenê li Sûriyeyê zagonan bin pê dike, li gelek welatan qanûnên navdewletî jî binpê dike. Li Lîbya, Qibris, Yewnanistan, Iraq û Azerbaycanê binpê dike. Niha jî li Sûriyeyê binpê dike. Tirkiyeya ku endamê NATO’yê, li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û hewl dide lihevhatinan çêbike, li ser hesabê gelên herêmê, bi taybetî Gelê Kurd ji gelek aliyan ve peymanan çêbike û bi dest bixe. Sûriye matmayî ye û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî dewleta Tirk û hemû binpêkirinên ku rasterast an jî bi riya komên ku bi awayekî mayînde piştgiriya wan dike, bi rastî ecêb e. Carna jî em vê pirsê ji xwe dikin: Gelo hemû civaka navneteweyî nikaribû vê endamê qirêj ê NATO’yê rawestîne? Pirseke wisa pir girîng e ji ber vê yekê em dibêjin ku êdî dem hatiye dawî li hemû tevgerên kaotîk ên Tirkiyeyê yên hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û hewl dide hevsengiyê xirab bike werin rawestandin."
 
'Guhertina avhewayê bandorê li çandiyê kir' 
 
Îlhan, derbarê rewşa aborî de jî wiha axivî: "Rewşa jiyana aborî bi giştî xirab e, ji ber ku qeyrana aborî ne tenê Sûriyeyê eleqedar dike, belkî krîzeke navdewletî ye, êrişa li ser Ukraynayê li ser asta navdewletî bandorên xwe hebûn û Sûriye yek ji wan welatan e ku şerê dirêj bandor lê kiriye. Dibe ku niha ne li Sûriyeyê be, şerên rasterast lê berdewamiya dorpêça ku li ser tevahiya welat hatiye ferzkirin, bû sedema derketina vê qeyranê, ji bilî daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê ku bi xwe re krîzeke kûr anî. Çareserkirina krîza aborî bi tenê bi vekirina deriyên sînor çênabe belkî ew bi çareseriyeke siyasî ya giştî ve girêdayî ye lê rejîm siyaseta xwe berdewam dike û ne amade ye ji bo çareserkirina prosesa siyasî tu rêkeftinek bide. Bêguman dibe sedema berdewamiya krîza aborî û li bakur û rojhilatê Sûriyê jî rewş berdewam dike. Krîz û bandorên aborî jî tê de hene, ji ber ku kêmbûna avê, kêmbûna baranê û guhertina avhewayê bûye sedema kêmbûna berhemên çandiniyê. Bi taybetî ji ber ku herêm çandinî ye, ji bilî lawazbûn yan jî paşdagirtina jêrxaneyan li herêmê ku bûye sedema derketina qeyrana aborî û ji ber vê yekê herêm ji Sûriyeyê ne dûr e."
 
'Di van salên dawî de bi sedan rêxistin derketine holê'
 
Di axaftina xwe de Îlhan wiha bal kişand ser rol û mîsyona jinê û pêşengtiya jinê: "Rola jinan ji destpêka serhildana Sûriyeyê û derketina tevgera gel ve hebû û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêgezek din girt û roleke pêşeng di prosesa avakirina demokrasiya vê herêmê de girt. Bi daxwazên xwe wê bigihîje edalet û wekheviya di navbera zayendan de. Pêvajoya guhertinê di pêkhateya malbat û dewletê û pêkhatina siyasetên ku li ser civakê bi giştî û di pêkhateya hizrên ku civakê kontrol dikin pêk hat. Ji ber vê yekê rêxistina jinan û beşdariya wan di di proseya siyasî de pir girîng e. Em dikarin bibêjin ku dibe operasyonek mezin li Sûriyeyê pêk were û her tişt bibe. Bêyî tevlibûna jinan tiştekî nû dernakeve hole. Niha gelek rêxistin û tevgerên femînîst hene. Di van salên dawî de bi sedan rêxistin derketine holê. Ger xebatên van hemû rêxistin û tevgerên femînîst bibin yek, wê kombûn û yekitî çêbibe. Aktîvîst û çalakiyên jinan dê bandorê li proseya siyasî bikin, bi taybetî bi van xebatan bêguman hûn ê rasterast beşdarî proseya siyasî bibin û ev di çarçoveya yekbûna têkoşîna jinan bi giştî de pir girîng e."
 
'Gelek ziyanên mezin bi xwe re anîn'
 
Rêvebera Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Krîza Sûriyeyê demeke dirêj berdewam kir û gelek bertekên neyînî li ser dîmen û gelê Sûriyeyê çêkir. Ji ber ku di encama şerên li ser vê xakê hatin kirin de, bi milyonan kes koçber bûn û bi sedhezaran kes hatin kuştin. Têkçûna aborî û gelek rewşên din ku di encama van şeran de derketine, gelek ziyanên mezin bi xwe re anîn. Dem hatiye ku gelên Sûriyeyê, li ser xalên bingehîn der barê paşeroja xwe de li hev bikin lewre em hêvîdar in ku di vê sale de û salên pêş de bibin xwedî meyleke giştî ji bo pêşniyarkirina çareseriyan. Di rewşeke wiha de dê rê vebe û di lehiya gelên Sûriyeyê de pêşveçûn çêbibin."