Meral Daniş Beştaş: Rojnameger çima di bin çavan de ne?

  • 16:32 9 Hezîran 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş pirsa “Rojnameger çima di bin çavan de ne” ji Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag kir. 
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, di nav de Gerînendeya Ajansa me a nûçeyan JINNEWS’ê Safiye Alagaş û Edîtora wê Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan  û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç jî bi giştî binçavkirina 21 rojnamegeran xist rojeva Meclisê. 
 
Meral bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. 
 
Di hinceta pêşnûmeyê de wiha hat gotin: “Di encama operasyonên Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û Şaxa Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Terorê ya li Amedê de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, edîtorê MA’yê Azîz Oruç û rojnameger Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç û Mehmet Şahîn jî di nav de bi giştî 21 rojnameger hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya wan jî biryara nepeniyê hatiye dayîn. Rojnamegerên li Tirkiyeyê ji ber nivîs û gotinên xwe di girtîgehan de tên ragirtin. Bi vê yekê re rojnameger ji azadiya xwe û civak jî ji mafê xwe yê agahîgirtinê bêpar tê hiştin. Gelek rojnameger ji ber dozên derheqê wan de hatine vekirin, di bin zexta darazê de ne.” 
 
Meral, di pêşnûmepirsê de tenê pirsek ji Bekîr Bozdag kir û got: “Rojnameger çima di bin çavan de ne?” 
v